Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî li ser pêşhatên dawî axivîn

1 demjimêr berê
Sabriye Cotkar
Nîşan Ebas Eraqçî Nêçîrvan Barzanî Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Eraqçî bi telefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di pêwendiya telefonî de, li gel gotûbêjkirina têkiliyên Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên herêmê û encamên wan hatin nirxandin.

Her du aliyan di vê çarçoveyê de teqezî li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriyê kir.

Her wiha her du aliyan li ser parastina ewlehiya sînoran teqez kir, bi awayekî ku rê li ber her hewlekê were girtin ji bo têkdana seqamgîriya herêmê û aloztirkirina rewşê.

Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê dê nebe beşek ji milmilaneyan û wekî her dem dê faktora aramiyê be.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha piştevaniya xwe ji bo hewlên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina aloziyan û dûrxistina metirsiyên şer ji ser gelên herêmê anî zimên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst