Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 73emîn rojbûna Serokê PKKê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
Welatiyên ku xwestin ji bo rojbûna Abdullah Ocalan herin gundê Amara yê navçeya Xelfetî ser bi Rihayê ve, li rêya derketina otobana Bîrecûk û Xelfetiyê hatin astengkirin. Welatiyên ku hejmarek parlamenterên HDPê jî di nav de bû daxuyaniya medyayê xwendin û belav bûn.
Herwiha li mala ku Abdullah Ocalan ji dayik bû jî rojbûna wî hat pîrozkirin.
Parlamenterê HDPê yê Rihayê û biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan got: “Em di 4ê Nîsanê de li Amarayê ne. west bi me re were Amarayê. Gel bi awayekî bêhiqûqî hate astengkirin. Astengkirin heta ber deriyê me jî hat.”
Ocalan, destnîşan kir ku herkes dikare li mala xwe li bajarê xwe 4ê Nîsanê pîroz bike û got: “Dibe ku carinan bi milyonan carinan jî bi 15 kesan em li vir bin. Derdora gund dorpêç dikin û nahêlin mevanên me werin. Em careke din dibêjin; rojbûna birêz Ocalan a 73emîn pîroz be. Pirsgirêka Kurd bi muhatabiya birêz Ocalan dikare were çareserkirin. Ya rast diyalog û hevdîtin e.”
Em ji Amara silavên xwe ji hemû gelê xwe re dişînin. Kes nikare vê ramanê ji dil û mejiyê gelê me derxin. #4nisan #amara pic.twitter.com/4ODQLGJv8P
— Ömer ÖCALAN (@omerrocalan) April 4, 2022
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse