Li Colemêrgê qezaya trafîkê: Miriyek û birîndarek

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan Çelê Colemêrg Qezaya Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgireke biçûk li kendala kêleka rê qulibî û di encamê de şofêr mir û kesek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, roja yekşemê 4ê Gulanê li nêzîkî gundê Aşûtê yê navçeya Çelê, li ser rêya Colemêrg û Şirnexê, barhilgira pîkap a ku şofêrê wê Muhammed Ozbeg bû, ji rê derket û li kendala kêleka rê qulibî.

Di encama bûyerê de şofêr Muhammed Ozbeg û Ramazan Denizê ku bi wî re bû birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, tîmên AFADê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Ozbeg û Deniz ji aliyê tîmên tenduristiyê ve sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê hatin kirin.

Tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê, Muhammed Ozbeg mir û tedawîkirina Ramazan Deniz jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst