Xelk ji bo aştiyê amade ye: Piştgiriya ji bo biryara PKKyê ji sedî 71,5 e

04-06-2025
RÛDAW
Nîşan Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê PKK Pêvajoya Nû Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê ji sedî 71,5ê xelkê Bakurê Kurdistanê piştgiriya biryara PKKyê ya xwefesixkirinê dike.

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê di navbera 18-20ê Gulanê 2025an de li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê lêkolînek derbarê rojeva giştî û helwesta dengderan de kir.

Rapirsî bi hezar û 504 kesan re rû bi rû li malan hatiye kirin.

Lêkolîna berfireh a ku li 16 bajaran hatiye kirin, meylên xelkê herêmê yên li ser pirsgirêka Kurdan, biryara xwefesixkirinê ya PKKyê û pêvajoya aştiyê nîşan dide.

Piraniya kesên beşdarî lêkolînê bûne biryara PKKyê erênî dibînin û tekez dikin ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê divê parlamentoya Tirkiyeyê roleke çalak wergire û guherîna destûrî were kirin.

Di rapirsiyê de krîza aborî wekî pirsgirêka bingehîn a xelkê derket pêş, di heman demê de zêdebûneke berbiçav di rêjeya dengên DEM Partiyê de hat dîtin.

Pirsgirêka herî girîng çi ye?

Li ser pirsa "Bi te pirsgirêka herî girîng a pêşîn a Tirkiyeyê çi ye?", ji sedî 68,9ê gotiye "krîza aborî/bêkarî", ji sedî 16,4ê gotiye "pirsgirêka Kurdan", ji sedî 3,7ê gotiye "ergala perwerdeyê", ji sedî 3,2yê gotiye "Rewşa heyî ya pergala dadê", ji sedî 2,7yê "nebûna demokrasiyê.”

Biryara PKKyê çawa tê dîtin?

Ji xelkê pirsa "Hûn biryara xwefesixkirinê ya di Kongreya PKKyê ya 5-7ê Gulanê 2025an de çawa dinirxînin?" hat kirin.

Rêjeya giştî ya kesên ku biryara PKKyê erênî dibînin ji sedî 71,5 e.

Ji xelkê pirsa, "Bi dîtina we biryara xwefesixkirin û bêçekbûnê ya ku ji aliyê PKKyê ve hatiye dayîn, dê li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde pêk bîne?" jî hat kirin.

Ji sedî %36,8ê beşdariyan gotiye erê, ji sedî 22,7ê beşdariya gotiye na.

Ji sedî 79ê xelkê gotiye ji bo ku aştiye mayînde bibe divê parlamento însiyatîfê wergire.

Her wiha ji sedî  67,4ê xelkê gotiye ku ji bo pêvajo bi ser bikeve pêwîstî bi guherîna destûrê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst