Tulay Hatîmogullari: Ji bo ku PKK kongreya xwe bike divê operasyon rawestin

04-03-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî PKK Pêvajoya Nû Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê ragihand, ji bo ku PKK bikare kongreya xwe saz bike divê zemînekî bê şer were avakirin û artêşa Tirkiyeyê operasyonên xwe rawestîne.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de derbarê pêvajoya nû axivî.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi bangawaziya xwe ya 27ê Sibatê deriyê aştî û demokrasiyê vekiriye û got:

“Vê bangawaziyê zemînê herî bihêz ê aştî û çareseriya sed salî ava kiriye.

Em êdî derbasî serdemekê bûne ku ne tirs û dilgiranî, daxwazên dadmendî û azadiyê dê tê de werin diyarkirin.”

Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku mixetabê banga Ocalan ne tenê PKK ye û anî ziman:

“Di heman demê de mixetab dewlet, desthilat, civak û temamiya mixalefetê ye.

Yek ji mixetabên herî girîng jî Parlamento ye ku niha em di bin banê wê de civîna xwe saz dikin.”

Hevseroka DEM Partiyê amaje bi bersiva PKKyê ya li beramberî banga Ocalan da û da zanîn:

“PKKyê di daxuyaniya xwe de ji raya giştî re ragihand ku ew dê pêbendî banga birêz Ocalan be.

PKKyê di wê daxuyaniya xwe de ji bo hemû hêzên xwe banga agibestê kir û vê yekê jî hêviya me ya aştiyê zêde kir.”

“Niha dora desthilat û dewletê ye”

Di berdewamiya axaftina xwe de Tulay Hatîmogullariyê ragihand, ji bo ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de bikare kongreya xwe saz bike divê bilez zemînekî bê şer were avakirin û Tirkiye bilez operasyonên xwe yên derveyî sînor rawestîne û got:

“Wekî tê zanîn PKKyê agirbest ragihand.

Bi heman awayî rawestana operasyonên leşkerî yên ku ji vê derê tên kirin û pêkhatina vê zemînê gelekî girîng e.

Niha ji bo vê pêvajoyê dora avêtina gavan û wergirtina berpirsyariyê ya desthilat û dewletê ye.”

Hatîmogullariyê daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê ya derbarê pêvajoyê jî bi bîr xist û got:

“Lêxwedîderketina birêz Erdogan a li vê pêvajoyê gelekî girîng e.

Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û avakirina aştiyê li vî welatî gotin tenê têrê nakin.

Pêwîstî bi kar û kiryaran heye. Ev yek jî bi awayek xwezayî ji kesê ku dewletê bi rê ve dibe, wate ji Serokkomar tê hêvîkirin.”

Rêberê girtî yê PKKyê Abdullaha Ocalan 27ê Sibata 2025an banga çekdanîn û fesixkirinê li PKKyê kir.

Piştî ku roja 1ê Adarê PKKyê agirbest ragihand, roja duşemê jî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê ragihand ku ew rê nadin pêvajo were têkdan û dirêjkirin.

Niha ji bo pêvajoyê çav li ser gavên yasayî yên dewletê û sazkirina Kongreya PKKyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst