Mehmet Altan: Dibe ku heta Hezîranê bi temamî çek werin danîn

04-03-2025
RÛDAW
Mehmet Altan pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Mehmet Altan pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Mehmet Altan Pêvajoya Nû PKK Tirkiye
A+ A-

Akademîsyen, rojnameger û nivîskarê navdar Prof. Dr. Mehmet Altan, derbarê pêvajoya nû û pirsgirêka Kurdan got, "Dibe ku heta Hezîranê qonaxa danîna çekan were temamkirin."

Mehmet Altan di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re de destnîşan kir, ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş bikeve divê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan zêdetir beşdar bibe.

Altan diyar kir ku rolhilgirtina Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya di pêvajoyê de dikare mixalefeta civakî nermtir bike. Wî amaje pê kir ku Erdogan hîn bi temamî tevlî pêvajoyê nebûye.

Mehmet Altan destnîşan kir ku Erdogan ji ber ku di demên berê de di pêvajoyên wisa de ezmûnên neyînî dîtine bi baldarî tevdigere.

Altan da zanîn ku eger pêvajo di rêyeke erênî de bimeşe, dibe ku Erdogan zêdetir lê xwedî derkeve.

Mehmet Altan anî ziman ku ne tenê rewşa nediyar a siyaseta navxwe, her wiha guherînên di siyaseta derve de bandorê li pêvajoyê dikin.

Di dawiyê de Altan girîngiya bihevrejiyana li ser bingeha welatîbûna wekhev bi Kurdan re anî ziman û diyar kir ku divê demokratîkbûn û mafên bingehîn ên azadiyê ji bo her kesî bin.

Akademîsyen, rojnameger û nivîskarê navdar Prof. Dr. Mehmet Altan pirsên Pêşkêşkarê Rûdaw TVyê Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Rûdaw: Ez dixwazim bi giştî nêrîna we ya li ser vê pêvajoyê bizanim. Hûn gavên hatine avêtin çawa dinirxînin?

Mehmet Altan: Em hemû dixwazin ku encameke bi xêr derkeve. Her kes li bendê ye. Ji ber ku her kes dixwaze jiyaneke aram, saxlem, rehet û azadtir bijî. Armanca ku ji vê pêvajoyê ji me re tê soz dan jî ev e. Lê ji ber ku di herikîna pêvajoyê de, di rêbaza ku hatiye hilbijartin de û di mijara demokratîkbûnê de ku wekî çareseriya bingehîn tê gotin, rewşeke zelal û diyar nîne, dudilî hene. Helbet hûn rast dibêjin. Ev destpêkeke nû ye. Tê gotin ku herî kêm heta meha Hezîranê beşê teknîkî, danîna çekan û qonaxên din dê temam bibin. Lê tê gotin ku piştî vê rê li ber demokratîkbûnê dê were vekirin. Lê demokratîkbûn di welatên demokratîk de ne girêdayî mercan e. Ev mijareke ku divê hebe, hiqûq, demokrasî. Niha ji ber ku ev tê gotin bi şertekî û di atmosfereke ku li gorî vê nîne de, pêvajo tê jiyîn, dudiliyek heye. Divê mirov vê bike du beş.

Rûdaw: Mirov ji vê pêvajoyê dudilî dibe, bi ya we çima mirov dudilî dibin? Gelo bi vê pêvajoyê bawer nakin?

Mehmet Altan: Dem diguhire, cîhan diguhire. Di sedsala 21emîn de tevgerên awarte hene. Komareke ku 100 sal in pirsgirêka Kurdan çareser nekiriye. Niha pirsgirêka Kurdan helwesta Tirkiyeyê derdixe holê. Helwesta wê zelal dike. Dînamîkên guhertina demê pirsgirêkên welatekî ku 100 sal in demokratîk nebûye çareser dike. Ev di serê her kesî de, dema ku guhertina demê bi temamî fam nakin, dudiliyê çêdike. Ya duyem, ev peyman, danîna çekan, aştî, aramî, hemû paradîgma û modelan diguherîne. Çi dibe? Em ji nijadan derbasî mirov dibin. Yanî li şûna ku li ser nijadan binêrin, li ser mirovan dinêrin. Di heman demê de, dema ku qebûlkirinên me yên pêşîn hebûn ku pirsgirêk dê bi siyasetê çareser bibin, em ê zêdetir behsa hiqûqê bikin. Yanî hiqûq derbas dibe pêşiya siyasetê.

Ev ne guherînên ji rêzê ne. Û helbet, mijareke ku ew qas kûr ku êş li dû xwe hiştiye, bûye sedema hêsir û mirina zarokan, gelo ew qas bi hêsanî û bi aramî dê were çareserkirin an na, dema ku hûn li dema borî dinêrin, pêvajoyeke bi êş heye ku bi carekê nikarin bibêjin, ecêb e, em bi hêvî ne û difirin. Ez hêvî dikim ku gav bi lez werin avêtin û were gotin ku demokratîkbûn esasê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Ji ber ku di banga Abdullah Ocalan de tespîtek heye. Dibêje ku ew ji ber astengkirina kanalên demokratîk peyda bûne. AKP jî di programa xwe ya 2001ê de bi heman awayî dibêje dema ku kanalên demokratîk tên astengkirin teror derdikeve. Dibêje teror encam e. Her du jî li hev dikin lê di navbera wan de 23 sal hene û êşên mezin hatine jiyîn. Ji ber vê dudilî heye.

Rûdaw: Mijara şertan an jî bazariyên li ser vê mijarê li rojevê ye. Hinek dibêjin ku ti şert nînin, ti bazarî jî nehatine kirin, tenê PKK dê çekan deyne, Kurd jî dibêjin temam em çekan datînin lê mafên me dê çi bin? Em ji vê pêvajoyê dê çi bi dest bixin? Hûn çawa dibînin, gelo ev pêvajo bê şert û bê bazarî dimeşe?

Mehmet Altan: Ez vê mijarê li ser Tirkiyeyê naxwînim. Yanî gelê Kurd li çar welatên cuda hatiye parvekirin û heke em Bakurê Îraqê yanî Herêma Kurdistanê nehesibînin, ew gelekî ku heta niha nebûye xwediyê dewleteke serbixwe ye. Niha Rojhilata Navîn dîsa tê şekilandin. Rewşa Rojava bi rengekî, di heman demê de ku hemû aktorên Kurd di vir de hevalbend in, heke mirov vê dînamîkê paşguh bike, li Tirkiyeyê nikare bigihêje derekê. Yanî ev kar li ser Tirkiyeyê nameşe. Bi esasî li ser guherîna ku li hemû cîhanê li ser gelê Kurd ê li Rojhilata Navîn tê şekilandin dimeşe. Ji ber vê, ev nîqaş, bazarî, siyaseta hundir in lê gava hûn li vê yekê li ser dînamîkên cîhanê û bipêşketinên li Rojhilata Navîn, bi taybetî Rojava binêrin, ez dibînim ku peyman li gel hemû nîqaşên hundir, li ser rêya xwe û bi tendurist dimeşe.

Rûdaw: Wekî ku we jî behsa wê kir, gelo dê wekî mînaka Herêma Kurdistanê saziyek derkeve holê?

Mehmet Altan: Ya ku ez dibînim, dê qonaxeke bipêşketîtir pêk bîne. Yanî carekê, gava hûn niha dinêrin, hûn rewşa bibandor a Rojava ya li Sûriyeyê dibînin. Çavkaniyên avê, petrolê, di heman demê de hêza leşkerî û têkiliyên ku bi hikûmeta navendî re ji van tiştan çêdibin. Helbet em dibînin ku Bakurê Îraqê jî rola sereke ya moderatoriyê, navbeynkariyê li hemû herêmê dilîze. Li vir tiştekî ku nameşe nîne. Ev wekî ku hatiye plankirin û programkirin dimeşe. Ji bo vê jî, gava hûn li hêzên ku niha di destê Rojava de ne, çavkaniyên xwezayî, hêza leşkerî û têkiliyên wê bi hikûmeta navendî re dibînin, li pêşiya vê tu zehmetî, di vê kêliyê de, nînin.

Birêvebirina aqilane ya Tirkiyeyê divê li şûna astengkirina van, xwedîtiyê li wan bike. Ji ber ku ji hêla pêwendiya herêmê bi cîhanê re pirsgirêkên wan hene. Yanî di heman demê de parçeyeke mezin ji nifûsa Tirkiyeyê Kurd e, yanî gava xwedîtiyê li welatiyên xwe, li welatê xwe bike, dikare bi wan hemûyan re ahengekê çêbike û her kes dikare ji vê qezenc bike. Tirkiye gava şer dike têk diçe lê gava piştgiriya aştiyê dike, pir qezenc dike. Ji ber vê, dema ku ev der bibe giraveke aştiyê, pireke aştiyê, rûmeta wê û giraniya wê li herêmê dê zêde bibe. Lê ev alîgiriya aştiyê nikare bibe siyaseteke ku naveroka wê hatiye dagirtin. Ez hêvî dikim ku encameke bibandor a vê guherîna nû jî ev be ku Komara Tirkiyeyê aştiyê wekî esas bigire û bi taybetî li Rojhilata Navîn siyaseta xwe li gorî vê şekil bike û dê helbet peyamên neyînî nebin.

Rûdaw: Şeva borî Sirri Sureyya Onder di bernameyeke televîzyonê de da zanîn ku dê bi Pervîn Buldanê re biçin Rojavayê. Bi ya we, ew dê çi peyamê bibin Rojavayê?

Mehmet Altan: Ew dê ji bo birina peyameke neyînî neçin. Bi ya min, ev di bingehê xwe de nîşan dide ku peyman hene, qediyane. Ez dibêjim, ev hemû plan e lê ev mijareke girîng e, krîtîk e, civakî ye, mijareke ku gelek nakokî li ser hatine afirandin. Ev hemû gotinên eyarkirina nazik a siyasî ne ku nerehêtiyên kesên ku bi siyasî ji vê aciz in, nerehet in jî çareser bike. Lê bi giştî, ez vê wekî pêvajoyeke ku ev plan berê hatiye amadekirin, di demeke dirêj de hatiye şekilandin lê wêneyê ku dixwazin bi civakî bidin jî niha tê dayîn, fam dikim. Ji ber vê, ez nabêjim ku bipêşketin û bûyerên rojane dê bandoreke mezin li vê bikin. Lê ji ber ku ev mijareke civakî ya gelekî zehmet e, ez dibêjim nîqaşên ku bersivan didin hestyariyên cuda yên di nava welat de ne.

Rûdaw: Hûn refleksa Kurdan çawa dibînin, tê zanîn ku ew gelekî hestyar in li ser vê mijarê û naxwazin ku bûyer ji rêya xwe derkevin. Bi ya we, gelo hestyariya zêde jî dikare pirsgirêkan derxe?

Mehmet Altan: Ji ber ku ev bi awayekî xwezayî nameşe. Yanî di bin çavdêriya dewletê de, bi şêweyê ku aliyê fermî dixwaze dimeşe. Gava ku di hundirê xwe de dimeşe, pirsan derdixe, şêwaza wê tê nîqaşkirin, rêbaza wê tê nîqaşkirin. Niha di pêvajoyeke ku ev qas ji bo nîqaşê vekiriye, gelemper, ne xwezayî de, rewşa kesên ku bi erêkirina dewletê fonksiyonel in jî gelekî hestyar e. Yanî gava ne xwezayî be, dudiliya we zêde dibe. Yanî eger ez li vir niha dudil bim ez ê çi bikim, çawa bikenim, destê xwe li kû deynim, hûn ê min gelekî dudilî bibînin. Lê ji ber ku em bi awayekî xwezayî li ser mijareke hewl didin ku ramanan, şiroveyan derxînin, ez rihet im. Yanî ew di wê rehetiyê de nînin, di rehetiya ku ez li studyoyê de me nînin, berpirsyariyeke wan heye û vê bi cih tînin û ev mijareke gelekî hestyar a Tirkiyeyê ye, ji hêla hevsengiyên civakî ve mijareke bi pirsgirêk e, çareseriya wê jî di rêyeke teng de, bi rêbazeke ku kesek nizane dimeşe. Di vê de, hem ji bo bawerkirina civakê, hem ji bo gihîştina armancê, dudiliya kesên ku di pêşiyê de rol dilîzin jî zêde dibe.

Rûdaw: Wekî ku tê zanîn ev pêvajo bi însiyatîfa Devlet Bahçelî tê birêvebirin, em dibînin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan pir nêzîkî vê mijarê nabe, wekî kesekî ku Erdogan ji nêzîk ve nas dike, bi ya we, dê kengî têkeve nava vê mijarê û bi xwedîderketina li vê pêvajoyê bibe aktorê sereke?

Mehmet Altan: Ev pirseke girîng e. Ji bo vê du reçete hene. Yanî di kevneşopiya dewletdariya li vir de, pêvajoyên zehmet, lêgerînên çareseriyên ne hêsan, kesê ku herî zêde dijber e li hemberî wê mijarê, berpirsyariyê digire ser xwe. Di dema borî de dema ku gavên aştiyê di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê de dihatin avêtin jî, Alparslan Turkeş, dîsa yek ji rêberên berê yê vê partiyê, berpirsyariyek girtibû ser xwe, li Parîsê têkilî bi Petrosyan re danîbû. Li vir ev kevneşopî heye. Ji ber vê, xuya dike ku rêberê MHPyê ev berpirsyarî girtiye ser xwe, gava kesê ku herî zêde li dijî van karan e, pêşengiyê bike, ew dijberiya civakî li ser wê mijarê nermtir dike, tansiyonê dadixe. Li ser mijara Erdogan, li wir zelaliyek nîne. Ji ber vê jî gelek pirs û şirove hene. Ez difikirîm ku dema ev pêvajo saxlem bibe, Erdogan dê zêdetir xwedîtiyê lê bike. Hemû zehmetiyên heyî ez nizanim. Ez nizanim ka ev şirove çi qas rast in lê belkî Erdogan ji ber ku berê ev tecrûbe jiyaye û encameke neyînî jî çêbûye, belkî ji hêla siyasî ve, aliyê bi qezenc ê vê yekê jî digire ber çav. Lê gelo li vir bi rastî, wekî ku tê gotin, ahengeke mezin heye? Yan jî, bi guhertinên li cîhana derve, di siyaseta derve de, li hundir, di navbera aliyên vê hevalbendiyê de zehmetiyan çêdike? Ez bi temamî nizanim hûrgiliyên siyaseta hundir li vir bandorê dike yan na lê ev jî wekî pirs û şirove tên.

Rûdaw: Gelo mirovên li Tirkiyeyê amade ne ku bi Kurdan re li ser bingeha welatiya wekhev bijîn? Ji ber ku heta niha ev cudahî xuya dike, Kurd her dem wekî welatiyên asta duyem tên dîtin. Gelo ew dê qebûl bikin ku wekhev bin?

Mehmet Altan: Jiyan vê dişidîne. Yanî ya ku divê bibe ev e. Niha mesela ji bo kesê ku bersiva pirseke wisa dide jî çi qas xemgîn e. Yanî maf û azadiyên bingehîn. Di eslê xwe de bingeha demokrasî û hiqûqê ne. Ji dema ku em wekî mirov tên cîhanê û pê ve, mafên me yên ku nayên dayîn, ji bilî biryara dadgehê, kes ji me nikare bistîne hene. Em ji van re dibêjin mafên mirovan. Em dibêjin maf û azadiyên bingehîn û navê têgehê ku her mirov wekhev e û xwediyê mafên wekhev e, maf û azadiyên bingehîn e. Lê li herêmên me, mafên ku mirov ji dema ku tê dinyayê heta ku dimire bi dest dixe û nayên dayîn, dibin mijara siyasetê. Yanî netewe, ol, mezheb. Niha eger em partiyeke bi navê mirov ava bikin, kes li pey me nayê. Lê eger em cudahiyên netewe, ol, mezheb bikin, alîgirên wê amade ne. Di civakên ku bipêşketina xwe temam nekirine, perwerdehiya xwe temam nekirine, bi awayê xwezayî kêmasiyên wan ên bûna milet û dewlet hene de siyaset li ser netewe, ol, mezheban tê meşandin. Niha pêşniyar û soza demokratîkbûnê îfade dike ku ev dê êdî bi dawî bibe û cihê ku divê em hemû li wir bisekinin jî ev e, xwedîderketina li maf û azadiyên bingehîn, bi hev re û xurtkirina helwesteke ku bi hiqûqî, bi israr, li pey demokratîkbûnê ye jî mumkin e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst