Şaredariya Midyadê sembola Êzidiyan li ser logoya xwe rakir

04-07-2019
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Midyadê Logo Sembol Kurdên Êzidî Melek Tawus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Midyada navçeya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê li ser logoya xwe, sembol “Tawus Melek” a temsilyeta Kurdên Êzidî dike rakir.

 

Di logaya berê ya Şaredariya Midyadê de sembolên temsilyeta pêkhateyan, misliman, krîstiyan û Kurdên Êzidîn hebû, lê piştî ku di hilbijartinên 31ê Adarê de şaredarî ket di destê AK Partiyê de li ser logoyê guhertin kir.

 

Şaredariya Midyadê ku niha di destê AK Partiyê de ye li ser logoya şaredariyê sembola Tawus Melek ku ji bo nîşandina xweşbîniya bîr û olan hatî bikaranîn rakir.

 

Di logoya nû de du çûk hatine bikaranîn û heyv û stêr jî zêdetir berçav kirine.

 

Li gor medyaya Tirkiyê biryar di civîna encûmena şaredariyê de hatiye dayîn, lê di heman demê hat îdiakirin ku Meclîsa Şaredariyê ji biryarê  ne agahdar e.

 

Şaredariya Midyadê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst