Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Amedê bi tohmeta ‘endamtiya PKKê’ 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedarê Kurd Hamît Geylanî birî.
Doza li dijî Hamît Geylanî, parlamenterê berê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) yê Colemêrgê li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê birêve çû.
Dozger di wê rûniştinê de îddîa kir ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) sîwana KCKê ye û bi tohmeta ku Hamît Geylanî beşdarî kar û xebatên KCDê bûye û hewl daye yekîtiya netewî ya Kurdan pêk bîne, daxwaz 15 sal cezayê zindanê bo wî siyasetmedarê Kurd kir.
Serdar Ozer, parêzerê Hamît Geylanî jî di dadgehê de amade bû û ew tohmetên arasteyî Geylanî hatine kirin red kirin û got ku ti delîlekî şênber ê wan tohmetan nîne û bêbingeh in.
Lêbelê 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li Hamît Geylanî birî û derketina wî bo derveyî welat qedexe kir.
Berî niha ji ber beşdariya Hamît Geylanî di civîneke KCDê di 2011an de ku wê demê Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû, doz hatibû vekirin.
Hamît Geylanî berî niha 5 caran di zindanê de maye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse