Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê ya Êlihê, ku niha tevî şandeke HDPê li Başûrê Kurdistanê ye, ragihand tevî ku dijmin dixwazin sînoran di navbera Kurdan de çêkin jî lê Kurdisatan her yek e û tekez kir, divê tifaq û yekîtiyek di navbera Kurdan de bê çêkirin.
Şandeke HDPê ji duh ve serdana Herêma Kurdistanê kiriye û Parlementera HDPê Feleknas Uca yek ji endamên wê şandê ye.
Feleknas Uca ragihand, pêwîst e li Başûr û Bakur û Rojavayê Kurdistanê, yekîtiyeke jinan bê avkirin û hemû bi hev re li hember siyaseta tunekirina îradeya gelê Kurd, yekdeng bin û tifaqekê ava bikin.
Feleknas Uca herwiha got, ji bo avakirinan yekîtiya jinan wan dest bi xebatan kiriye.
Uca herwiha got, ew dê di çarçoveya pêkanîna yekîtiyeke jinên Kurd û tifaqa Kurdan de, li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe berdewam bikin.
Parlementera HDPê daxwaz jî kir, ku gelê Başûrê Kurdistanê li hember siyaseta Tirkiyê ku wê weke “dagîrkerî” bi nav kir, bêdeng nemîne, ji ber ku bi gotina wê, “bêdengî erêkirina hemû êrîşan e.”
Feleknas Uca diyar kir: “Eger îro em ji dagîrkeriya Başûrê Kurdistanê re erê bikin, dê hemû destkevtiyên gelê Kurd di metirsiyê de bin. Çawan ku di berxwedana Kobanî de, Pêşmerge weke hêzekê bi germî hatin pêşwazîkirin, gerek em vî rihî li hember dagîrkeriya Tirkiyê jî nîşan bidin.”
Wê parlamentera Êliha Bakurê Kurdistnaê amaje bi wê yekê kir, ku Kurdistan yek e û tekez kir, dijmin dixwazin di mejiyên Kurdan de jî sînorên cudabûnê çêbikin û li ser vê yekê hişyarî da.
Uca wiha axivî: “Kurdistan yek e, belke dijminên gelê Kurd sînor kiribin navbera me, navbera axa me, lê îro dixwazin di mejiyê me de jî sînoran bidin çêkin.”
Biryar e şandeke pilebilind a HDPê bi serokatiya hevserokê giştî yê wê partiyê Sezaî Temellî tevî çend parlamenter û rayedarên din ên partiyê, serdana Başûrê Kurdistanê bike.
Ev cara yekem e ku Temellî serdana Başûrê Kurdistanê dike.
HDP di wan salên dawî de, ketiye bin fişareke zêde ya hikûmeta Tirkiyê û hevserokê berê yê wê partiyê Selahattin Demirtaş û çendîn parlamenter, rayedar û endam û alîgirên wê, di operasyonên cuda de hatine girtin û niha di girtîgehê de ne.
Herî dawî û tenê 5 meha piştî hilbijartinên şaredariyan, bi birayreke Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, serokên şaredariyên her sê bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê, ku di destê HDPê de bûn, ji kar hatin avêtin û li şûna wan qeyûm hatin danîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse