Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê 1ê Îlona 2022an polîsan gule berdabûn ciwanekî bi navê Adem Kara û di encamê de Kara canê xwe ji dest dabû lê îro Yekşemê Parêzgariya Mêrdînê daxuyaniyek belav kir û got, “Di encama teqîna çeka ku di destê wî de bû ew birîndar bû û paşê canê xwe ji dest da.”
Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 1ê Îlonê de ji aliyê Rêveberiya Ewlehiyê ya Navçeyê ve ji bo ku 2 gumanbar li Kolana Sanayî bên desteserkirin operasyon li dar xistin.
Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniyê de got, “Di operasyonê de Adem Kara xwest ji destê tîmên me bireve, li ser vê yekê ji aliyê personelên me ve guleya hişyariyê li hewayê hat avêtin. Dema ku kesê hewl da bireve, xebatkarên me dest bi şopandinê kirin û nigê wî li peyarêyekê ket, di encama teqîna çeka ku di destê wî de bû ew birîndar bû. Kara rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê lê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da. Em sersaxiyê ji malbatê re dixwazin.”
Di daxuyaniya parêzgariyê da hat destnîşankirin ku lêkolîna li ser bûyerê dewam dike.
Şahid: Polîsan gule berdan
Li gorî nûçeya Medyascope ku ji şahidên bûyerê ragihandiye, dema Adem Kara li otomobîla polîsan siwar kirin, xwest bireve.
Adem Kara bi îdiaya ku guh nedaye hişyariya "raweste" polîsan 2 gule li stû û pişta wî xistin.
Kara ku bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê lê ji ber birînên giran canê xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse