Kesên ku êrişî rojnameger Hêmin Mamend kir hatin desteserkirin

04-09-2025
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Hêmin Mamend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa ragihand ku kesên gule li rojnameger Hêmin Mamend reşandine hatine desteserkirin.

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê ragihand, piştî şopandin û komkirina agahiyan wan kesên ku êrişî rojnameger Hêmin Mamend kiriye desteser kirine.

Asayîşê da zanîn ku 2 kesan ew kar kiriye ku şêniyê taxa Bineslaweyê ya Hewlêrê ne û navê wan Ş. R. M. S. û S. H. R. M. ye.

Hat ragihandin ku 2 tohmetbarên din ber bi parêzgeha Hewlêrê ve reviyane.

Asayîşê destnîşan kir ku armanca kiryarê “kuştina çalakvan û rojnameger Hêmin Mamend bûye.”

Şeva 2yê Îlonê li taxa Eqariyê ya Silêmaniyê gule li Hêmin Mamend hatibûn reşandin û ew hatibû birîndarkirin.

Kesên ku êriş kiribûn bi motorsîkletekê bûn.

Ji bo êrişkaran li gorî madeya 406an a Yasaya Cezayê ya Îraqê fermana desteserkirinê hatibû derxistin.

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku dê di demên pêş de hûrgiliyên planê û agahiyên li ser kiryarên “hewldana terorkirinê” ji raya giştî re eşkere bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst