Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi şeş mûşekan êrişî hêzên wan kiriye û di vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Wezareta Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir û tê de got:
"Îro serê sibehê di du êrişên cuda de, baregeha Fîrqeya 7an a Peyade ya Herêma 1ê û hêzeke Fîrqeya 5an a Peyade ya Hêza Pêşmergeyan a li sînorê Soranê bûn armanca êrişan.
Ev êriş bi kiryareke dijminane, bi xedr û xiyanet û dûrî hemû pîvanên mirovahî û cîrantiyê, bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê hatin kirin."
Wezaretê eşkere kir ku di encama van êrişan de "6 Pêşmergeyên qehreman şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne."
"Mafê me yê bersivdayînê heye"
Wezareta Pêşmergeyan ev êriş û hemû êrişên din ên "terorîstî" yên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.
Wezaretê diyar kir ku parastina axê mafê wan e û got:
"Hemû mafê me heye ku em bersivê bidin her destdirêjiya li ser gelê xwe û axa xwe.
Me ti carî hêvî nedikir ku bi vî rengî bersiva helwesta aştîxwaz a Herêma Kurdistanê bê dayîn lê temenê xedr û zilmê kurt e û dê vîna aştiyê bi ser bikeve."
Bangî hikûmeta federal û civaka navneteweyî hat kirin
Wezareta Pêşmergeyan sersaxî da malbatên şehîdan û daxwaza başbûna bilez ji bo birîndaran kir.
Wezaretê bangî hemû aliyan kir ku şer û aloziyan ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.
Di daxuyaniyê de daxwaz ji hikûmeta federal (Îraq), civaka navneteweyî û hemû dostan hat kirin ku li hemberî van binpêkirinan bê deng nemînin û sînorekî ji bo van destdirêjiyan deynin.
#GRAFÎK - Bi mûşekan êrişî Pêşmergeyan hat kirin. 6 Pêşmerge şehîd ketin, herî kêm 20 Pêşmerge birîndar bûn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 24, 2026
🛑 6 PÊŞMERGEYÊN KU ÎRO ŞEHÎD KETINE EV IN:
Ramîn Adil
Şehab Bêxşaşî
Rêber Ebdula
Zikrî Bêxşaşî
Piştîwan Mela Mûsa
Keywan Muzefer pic.twitter.com/qJY8e7wcr7
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse