Rapor: Li Almanyayê nijadperestiya li hemberî Kurdan bi awayekî sîstematîk zêde dibe

04-10-2025
RÛDAW
Ragihandina raporê /Wêne: Rûdaw
Ragihandina raporê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurd Almanya Nijadperestî Tirk Navenda Aştiyê ya Kurd a Almanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Aştiyê ya Kurd a Almanyayê (IAKR) rapora xwe ya yekem a salane derbarê Nijadperestiya dij-Kurdana Almanyayê ji bo sala 2024an weşand.

Rapor, rewşeke metirsîdar û aloziya ku Kurd li welêt rû bi rû dimînin radixe ber çavan, di heman demê de balê dikişîne ser zêdebûna êrişên fizîkî, dîjîtal û sîstematîk.

Li gorî raporê, di sala 2024an de bi giştî 217 bûyerên Nijadperestiya dij-Kurd hatine tomarkirin.

Piraniya van bûyeran ango 82 ji wan, bi "neteweperestiya Tirk" ve girêdayî ne.

Li dû wê, 66 bûyer wekî "nediyar", 36 bûyer wekî "îslamîst" û 22 bûyer jî wekî "neteweperestiya Ereb" hatine kategorîzekirin.

Ev amar, nîşan didin ku Nijadperestiya dij-Kurdan e tenê ji aliyê komeke teng ve, lê ji aliyê gelek derdorên cuda ve tê kirin.

Yek ji xalên herî balkêş ên raporê, ciyê qewimîna bûyeran e. Ji 217 bûyeran, 158 li ser înternetê û 59 jî li cihên fizîkî pêk hatine.

Ev yek nîşan dide ku platformên dîjîtal û medyaya civakî bûne qadeke sereke ji bo belavkirina nefreta dij-Kurda.

Di raporê de, her wiha tê destnîşankirin ku hejmara êrişan di meha Adarê de, ku Newroz tê de ye, bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Ev jî nîşan dide ku sembol û pîrozbahiyên çandî yên Kurdan dibin hedefa êrişên Nijadperest.

Bûyerên hilbijartî yên ku di raporê de cih digirin

Rapor, çar bûyerên sereke yên ku di sala 2024an de qewimîne bi hûrgulî vedikole û wan wek mînakên tundûtûjiya ku Kurd rû bi rû dimînin destnîşan dike:

Êrişa bi kêrê ya li Kielê:

25ê Kanûna Paşîn a 2025an, di dema çalakiya bîranîna 10emîn salvegera rizgarkirina Kobaniyê de, çalakvanê Kurd Muhammed Îlhan A. yê 28 salî ji aliyê kesekî Sûrî ve bi kêrê hat birîndarkirin.

Li gorî şahidan, êrişkar propagandaya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kiriye û gef li Kurdan xwariye. Ev bûyer, tirs û fikaran di nava civaka Kurd de zêde kir û nîşan da ku metirsiya tundûtûjiya bi motîvasyona siyasî û îdeolojîk li Almanyayê jî heye.

Êrişa li ser Komeleya Biratiyê ya Bremenê:

Di 21ê Sibata 2024an de, di qutiya posteyê ya Komeleya Çanda Kurdan a Biratî e.V. de fîşekek ku li ser sembolên Naziyan ên wekî svastîka û rûnên SS hebûn, hate dîtin.

Ev bûyer, wekî gefeke rasterast li dijî hebûna çandî ya Kurdan li Almanyayê hate nirxandin û tirs û fikarên kûr di nava civakê de çêkir.

Bûyerên Newrozê: 24ê Adara 2024an li Limbûrga Belçîkayê, malbateke Kurd a ku ji pîrozbahiyên Newrozê vedigeriya, rastî êrişa komeke neteweperest a Tirk hat.

Êrişkaran bi kevir û daran êrişî malê kirin û hewl dan ku malê bişewitînin.

Di rojên piştî vê bûyerê de, li Belçîka û Almanyayê gelek êriş û gefên din li dijî Kurdan hatin kirin.

Ev bûyer nîşan didin ku çalakiyên çandî yên Kurdan çawa dibin hedefa tundûtûjiya organîzekirî.

Şampiyoniya Ewropayê û îşareta Gurên Boz:

2yê Tîrmeha 2024an de, di maça futbolê ya di navbera Tirkiye û Awisturyayê de, lîstikvanê Tirk Merîh Demîral piştî avêtina golê, îşareta "Gurê Boz" a ku sembola tevgera neteweperest a tund a "Gurên Boz" e, nîşan da.

Vê yekê nerazîbûneke mezin di raya giştî û siyaseta Almanyayê de çêkir.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser bûyer wekî "nayê qebûlkirin" bi nav kir û xwest ku UEFA lêpirsînê bike.

Ev bûyer, careke din nîşan da ku sembolên Nijadperest û neteweperest çawa di qadên werzişê de jî tên bikaranîn.

Analîzên akademîk û formên cûda yên nijadperestiyê

Rapor ne tenê bûyeran tomar dike, lê di heman demê de bi beşdariya akademîsyenên wekî Dîlan Akdogan, Selda Akbayir, Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kizilhan, Prof. Dr. Kenan Engin û Peshraw Mohammed, analîzên kûr li ser cewher û formên Nijadperestiya dij-Kurdî pêşkêş dike.

Di raporê de, şeş formên sereke yên Nijadperestiya dij-Kurdî wiha hatine destnîşankirin:

1 - Nijadperestiya neteweperest: Li ser bingeha serweriya neteweyekê, Kurdan wekî "bedeneke biyanî" û gef li ser yekîtî û ewlehiya neteweyî dibîne.

2 - Nijadperestiya çandî: Çand, kevneşopî û nasnameya Kurdan biçûk dibîne, red dike û hewl dide ku wan asîmîle bike.

3 - Nijadperestiya siyasî: Tevger, parti û daxwazên siyasî yên Kurdan krîmînalîze dikin û wan wekî "terorîst" an "cudaxwaz" bi nav dike.

4 - Nijadperestiya olî: Kurd ji ber nasnameya wan a etnîkî û her wiha ji ber baweriyên wan ên olî yên cuda (wekî Êzidî, Elewî, hwd.) dike hedef.

5 - Nijadperestiya bi bingeha koçberiyê: Sedemên koçberî û penaberiyê yên Kurdan red dike, êş û azarên wan înkar dike û wan wek "bar" li ser civakê nîşan dide.

6 - Formên hevpar (Interseksîyonel): Nijadperestiya dij-Kurdan bi formên din ên cihêkariyê yên wekî zayendperestî, homofobî û çînayetî re têkel dibe û jinên Kurd û komên din ên marjînal bi awayekî taybet dike hedef.

Pêşniyar û bangawazî

Di dawiya raporê de, IAKR gelek pêşniyarên konkret ji bo hikûmet, sazî û civaka Almanyayê pêşkêş dike:

Pêşîlêgirtin û Perwerdehî: Divê perwerdehiya li ser Nijadperestiya dij-Kurdî di temeneke biçûk de dest pê bike û di mufredatên dibistanan de cih bigire.

Dawî li Krîmînalîzekirinê Bînin: Divê Nijadperestiya dij-Kurdî di statîstîkên tawanan de wek kategoriyeke serbixwe were tomarkirin û li dijî komên ku vê Nijadperestiyê dikin, bi awayekî tund were têkoşîn.

Parastina mexdûran: Divê ji bo mexdûrên Nijadperestiya dij-Kurdan cihên ewle û piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî were dabînkirin.

Dîtbariya giştî û medya: Divê medya bi zimanekî bêalî û dûrî cihêkariyê nûçeyan li ser Kurdan çêbike û dîtbariya perspektîfên Kurdan zêde bike.

Piştgirî û tevlîbûna aktorên Kurd: Divê rêxistin û aktorên Kurd di pêvajoyên biryargirtinê de cih bigirin û wek hevpeyivînên fermî werin naskirin.

Piştgiriya zanistî: Divê lêkolînên zanistî yên li ser Nijadperestiya dij-Kurdan werin teşwîqkirin û kursiyeke Kurdolojiyê li zanîngeheke Almanyayê were vekirin.

Rapora IAKR a sala 2024an wek belgeyeke dîrokî û girîng tê dîtin ku cara yekem bi awayekî sîstematîk û berfireh, rewşa Nijadperestiya dij-Kurdan li Almanyayê radixe ber çavan.

Ev rapor ne tenê bangawaziyek ji bo hişyariyê ye, lê di heman demê de rêbernameyek e ji bo têkoşîneke bi bandor li dijî vê forma cihêkariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst