LÊKOLÎN - Kurdên li Munîhê ji ber cudakariyê nasnameya xwe vedişêrin

1 demjimêr berê
Kehî Mehmûd
Nîşan Kurd Almanya Munîh Cudakarî Prof. Çinur Qaderî Nijadperestî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Evangelische Hochschule ya Bochumê encamên lêkolîneke nû ya li ser Kurdên li bajarê Munîhê yê Almanyayê eşkere kirin.

Li gorî lêkolînê, 28 hezar Kurdên li bajêr dijîn rojane rûbirûyê "cudakariya nijadperest a piralî" dibin.

Lêkolîna bi sernavê "Kurdên Munîhê - Rastiyên nexuyayî" îro hat belavkirin.

Tîma lêkolînê ya bi serokatiya yê ve bi awayekî zanistî li ser rewşa Kurdên li herêma Bavyerayê hûr bûye.

Prof. Çinur Qaderiyê diyar kir ku cudakarî dibe sedema stresê û Kurd ji tirsa "redkirin û dûrxistinê" nasnameya xwe vedişêrin.

"Li her derê cudakarî heye"

Li gorî encamên lêkolînê, Kurd li cihên giştî, dibistan û kargehan rastî helwestên neyînî tên.

Prof. Qaderiyê da zanîn ku di 12 mehên dawî de ji sedî 86,7ê beşdaran behsa ezmûnên cudakariyê kiriye û got:

"Ev ezmûn ji axaftinên kirêt bigire heta bêparhiştin û êrişên fîzîkî berdewam dikin."

Cudakariya ji aliyê koçberên din ve

Xaleke balkêş a lêkolînê ew e ku Kurd ne tenê ji aliyê Almanan ve, ji aliyê koçberên din ên wekî Tirk, Ereb û Îraniyan ve jî rastî cudakariyê tên.

Qaderiyê destnîşan kir ku pêşdarazên li dijî Kurdan ên li welatên wan ên jêderê, li Almanyayê jî berdewam dikin.

Lêkolînê eşkere kir ku saziyên fermî yên Almanyayê vê "nijadperestiya taybet" nabînin û wekî "pirsgirêkên di navbera koçberan de" dinirxînin.

"Ciwan nasnameya xwe vedişêrin"

Li gorî lêkolînê, nifşên nû jî ji vê rewşê bandor dibin.

Ciwanên Kurd bi "terorê" tên tometbarkirin an jî biçûk tên dîtin.

Hinek malbat şîretan li zarokên xwe dikin ku "Kurdbûna xwe diyar nekin."

Hinek beşdaran jî diyar kiriye ku ew ji neçariyê xwe wekî "Sûriyeyî" didin nasîn.

Pêşniyarên ji bo çareseriyê

Nivîskarên lêkolînê hişyarî da ku ev rewş dibe ku li bajarên din ên Almanyayê jî hebe.

Tîma lêkolînê pêşniyar kir ku ji bo polîs, mamoste û karmendên saziyên fermî bernameyên perwerde û hişyarkirinê bên amadekirin.

Lêkolîn li ser daxwaza Şaredariya Munîhê hat kirin û 200 kes beşdar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst