Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrişî baregehên Amerîkayê hat kirin

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Êriş Baregehên Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Şedadê yê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û li derdora Hewlêrê bi mûşekan êrişî bargehên Amerîkayê hat kirin.

Milîsên ser bi Îranê ve, li bajarê Şedadê yê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û derdora Hewlêrê 2 bargehên Amerîkayê bombebaran kirin.

Grûpa çekdar a bi navê “El Miqaweme El Îslamiyê ya Îraqê” ragihand ku wan vê sibehê baregeheke Amerîkayê ya li bajarê Şedadê daye ber rokêtan.

Heman grûpa çekdar got, wan îro serê sibê zû baregeheke Amerîkayê li derdora bajarê Hewlêrê jî bombebaran kir.

Herwiha şevê din jî Balafirgeha Xirab Cir a li parêzgeha Hesekê û Zeviya El-Omerê ya petrolê ya li Dêrezora ku artêşa Amarîkayê lê ne, bi mûşekan êriş hat kirin.

Heta niha Amerîkayê derbarê wan êrişan ti daxuyanî nedaye.

Li aliyê din Amerîkayê nêzîkî 40 leşker bi rêya deriyê El Welîdê derbasî navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kirin.

Berî 3 rojan jî karwanekî leşkerî ya Amerîkayê çûbû Şedadê.

Grûpên ser bi Îranê car caran bi mûşek û dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li rojhilatê Çemê Feratê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst