Silêmanî (Rûdaw) – Yekemîn Kongreya Tevgera Nifşê Nû hate sazkirin û di kongreyê de Şasiwar Ebdulwehîd bi piraniya dengan weke Serokê Tevgerê hate hilbijartin.
Piştî ku Tevgera Nifşê Nû bi fermî weke partiyeke siyasî destûra xebatê ji hikûmeta Iraqê wergirt, roja înê 5ê Çileya 2018an li bajarê Silêmaniyê yekemîn kongreya xwe pêk anî.
Di kongreyê de Şasiwar Ebdulwahîd, Şaduman Mihemed, Şinyar Enwer, Hanî Ewnî û Diyar Sedîq bûn namzedên Serokê Tevgera Nifşê Nû.
Li gor medyaya fermî ya tevgerê, Şasiwar Ebdulwahîd 176 deng bi dest xistin û weke Serokê Tevgera Nifşê Nû hate hilbijartin. Herwiha Şaduman Mihemed 28 deng, Hanî Ewnî 25 deng û Şinyar Enwer jî 12 deng bi dest xistin.
Kongreya Tevgera Nifşê Nû di demekê de ye ku roja pêncşemê 4ê Çileya 2018an, hin endamên rêxistinên Hewlêr û Duhokê yên Tevgera Nifşê Nû di konferanseke rojnamevaniyê de ragihandin, ku ji tevgerê cuda bûne. Yek ji wan berpirsên herî diyar Îbrahîm Ebas aşkere kir: “Piştî ku Şasiwar Ebdulwahîd ji zîndanê derketiye, hizrên wî hatine guhertin. Niyeta me hebû, ku em kongreya xwe saz bikin, lê wî bi tenê nêrîna xwe kar kiriye û xwestiye çawa bixwaze wisa bike.”
Ebas da zanîn, ku li Hewlêr û Badînanê bi sedan kes peywendî bi tevgera wan kiriye lê Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd ti kesek ji wan venexwendiye kongreyê.
Heman roj Tevgera Nifşê Nû bi daxuyaniyekê ragihand, ku sê kes ji refên tevgerê hatine û dûrxistin û diyar kir: “Ji lijneya lêkolînê ya tevgerê re diyar bûye ku ew sê kes, ji bo dezgehên navxweyî sîxûrî kirine û di dema xwepêşandanan de cihê hevalên xwe û plana wan ji dezgehên ewlehiyê re dane.” Herwiha ji wan sê kesên ku hatine dûrxistin, du kes, Îbrahîm Ebas û Şêrwan Şêrwanî ye.
Nivîsîn: Îlyas Aslanhan
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse