Bafil Talebanî bersiva Şasiwar Ebdulwahîd da: Em tên xizmeta we

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed Îlham Ehmedê Bafil Talebanî Şasiwar Ebdulwahîd YNK Nifşê Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bersiv da Serokê Tevgera Nifşê Nû ya ji bo pêkanîna hikûmetê da û got, "Şemiyê em tên xizmeta we."

Serokê YNKyê Bafil Talebanî bi rêya vîdeoyekê ku li ser rûpela xwe ya taybet belav kir, bersiv da Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd da û ragihand, roja şemiyê ya bê ew dê bi şandeya YNKyê re serdana Tevgera Nifşê Nû bikin.

Peyama Bafil Talebanî ya ji bo Şasiwar Ebdulwahîd di bersiva wê dijberiyê de bû ku Serokê Tevgera Nifşê Nû îro di preskonferansekê de ragihandibû.

Şasiwar Ebdulwahîd di peyama xwe de daxwaza avakirina hevpeymaniyekê ya bêyî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û got, "Kî dixwaze em hevsengiya hêzê rast bikin, yasaya me ya budceyê hebe û parlamento çalak be, em amade ne bi wan re hevpeymaniyê bikin."

"Ev bi konferansa nabe"

Bafil Talebanî di bersiva wê peyamê de got:

"Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wan tiştan dixwaze, pêşniyara min ew e ku ev yek bi konferansa rojnamegeriyê û televizyonê nabe, loma ji vir bang dikim, roja şemiyê şandeya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û ez bi xwe em tên xizmeta we. Eger hûn cidî ne, em jî cidî ne û amade ne."

Konferansa rojnamegeriyê ya Şasiwar Ebdulwahîd piştî girtina wî ya 5 mehan, konferansa wî ya yekem bû.

Bafil Talebanî li ser konferansê got, "Cara yekem e ku ez bi awayekî zindî li konferansekê temaşe dikim."

Her di wê konferansê de, piştî ku nûçegihanên amade Şasiwar Ebdulwahîd ji peyama Bafil Talebanî agahdar kir, Serokê Tevgera Nifşê Nû got, "Eger hûn cidî bin, werin, ser çavan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst