Şasiwar Ebdulwahîd li girtîgehê li odeyeke taybet dimîne

09-09-2025
RÛDAW
Nîşan Şasiwar Ebdulwahîd Tevgera Nifşê Nû Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebirê Giştî yê Girtîgehên Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman diyar kir ku Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd li Navenda Girtîgeha Mezinan a Silêmaniyê ye.

Îhsan Ebdulrehman diyar kir ku îro du parlamenterên partiya wî dê wî ziyaret bikin.

Birêvebirê Giştî yê Girtîgehên Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got:

"Şasiwar Ebdulwahîd li Navenda Girtîgeha Mezinan a Silêmaniyê cezayê xwe dikişîne, rewşa wî baş e û wekî serokê partiyekê miamele pê re tê kirin, ne wekî mehkûmekî asayî."

Şasiwar Ebdulwahîd 12ê Tebaxa 2025an saet 22:00yan li mala xwe ya li Silêmaniyê hatibû desteserkirin û 2yê vê mehê 5 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Îhsan Ebdulrehman her wiha got, "Min ferman da berpirsên Navenda Girtîgeha Mezinan a Silêmaniyê ku rêzeke taybet li Serokê Tevgera Nifşê Nû bigirin, odeyeke taybet bidin wî û wî tevli mehkûmên din nekin.

Ev yek hatiye kirin û ew niha di odeyeke taybet de dimîne."

Birêvebirê Giştî yê Girtîgehên Herêma Kurdistanê da zanîn ku li gorî rêbazan serdana xelkê û xizmên wî dê asayî be.

“Wekî serokê partiyekê miamele bi Şasiwar Ebdulwahîd re tê kirin”

Îhsan Ebdulrehman got, "Îro du parlamenterên partiya wî Sîpan Amêdî û Kawe Ebdulqadir serdana Şasiwar Ebdulwahîd dikin û me ji bo serdana wan destûr daye."

Tevgera Nifşê Nû ya ku Şasiwar Ebdulwahîd serok û damezrînerê wê ye, li Parlamentoya Kurdistanê 15 û li Parlamentoya Îraqê jî 9 kursiyên wê hene.

Berpirsekî Nifşê Nû roja duşemê ji Rûdawê re gotibû ku heta azadbûna Şasiwar Ebdulwahîd ji bo birêvebirina tevgerê desteyek hatiye avakirin.

Ew deste ji Seroka Frakisyona li Parlamentoya Îraqê Sirwe Ebdulwahîd, Serokê Fraksiyona li Parlamentoya Kurdistanê Kurdewan Cemal û endamên din Rêbwar Ebdulrehman, Kawe Ebdulqadir, Sîpan Amêdî, Umêd Mihemed û Farûq Xefûr pêk tê.

Biryar e 11ê Çiriya Paşîn a îsal hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bên kirin û Tevgera Nifşê Nû jî dê beşdarî hilbijartinan bibe û amadehiyan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst