Hewlêr (Rûdaw) – UNAMIyê li ser darizandina Şasiwar Ebdulwahîd, Lahur Şêx Cengî dilgiraniya xwe anî zimên û teqezî li ser parastina mafên wan ên bingehîn kir.
“Agahiyên ku gihîştine me cihê nîgeraniyê ne”
Serokê Ofisa Hewlêrê ya Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) Frank Revuelto-Lanao li Foruma Encamên Bicihanîna Plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Mafên Mirovan de axivî.
Civîn ji aliyê Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû organîzekirin.
Frank Revuelto-Lanao di gotara xwe de got, "UNAMI ji nêz ve çavdêriya rêkarên dadwerî yên li dijî Birêz Şasiwar Ebdulwahîd û Lahur Şêx Cengî û hevkarên wan ên li Silêmaniyê dike."
Dîplomatê navneteweyî amaje bi wê yekê kir ku UNAMIyê hin agahî derbarê rêkarên yasayî û rewşa mafên bingehîn ên di van darizandinan de wergirtine ku cihê dilgiraniyê ne.
Revuelto-Lanao her wiha got: "Girîng e em piştrast bin ku ev dilgiranî tên çareserkirin da ku prensîbên dadperweriyê bên parastin û baweriya giştî bi sîstema dadweriyê xurt bibe."
“Ji sedî 87,5ê planan hatine bicihanîn”
Di heman civînê de Bepirsê Koordînasyonê yê Nûnertiya Navneteweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî behsa destkeftiyên plana kar a mafên mirovan kir û ragihand ku ji sedî 87,5ê planan hatine bicihanîn.
Revuelto-Lanao di beşeke din a gotara xwe de pesnê gavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo pesendkirin û bicihanîna plana mafên mirovan da û ew wekî "gaveke mezin û pêbendbûneke sereke ji bo parastina mafên mirovan" bi nav kir.
Serokê Hewlêrê ya UNAMIyê her wiha amaje bi wê yekê kir ku bi bidawîhatina erkê UNAMIyê li Îraqê di dawiya îsal de, tîma Neteweyên Yekbûyî dê piştgiriyên xwe yên ji bo bihêzkirina şiyana sazûmanî, bipêşxistina dadperwerî û lêpirsînê li Îraq û Herêma Kurdistanê bidomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse