Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed ragihand ku ew dê di rojên bê de ji bo dan û standinên li ser pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê bi YNKyê re bicivin.
Mihemed her wiha da zanîn ku dê partiya wî ji bo posta Serokkomariya Îraqê bibe xwedî namzed.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser pêngavên pêkanîna hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Bextiyar Qadir da.
Mehmûd Mihemed amaje bi pêkanîna kabîneya 10emîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, "Em bi YNKyê re di nav dan û standinan de ne da ku em ji bo vê mijarê çareseriyekê peyda bikin."
Zêdetirî 13 mehan di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne lê tevî dan û standinên PDK û YNKyê, heta niha kabîneya 10emîn nehatiye avakirin.
Berdevkê PDKyê di berdewamiyê jî de got, "Em dê di van çend rojan de (bi YNKyê re) hev bibînin û pêngavên pêwîst bên avêtin."
Berdevkê PDKyê got,"Hewla me ew e ku di demeke herî nêzîk de kabîneya 10emîn a hikûmetê were avakirin."
Di hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Kurdistanê de PDKyê 39 kursî û YNKyê jî 23 kursî bi dest xistibûn.
"Dê namzedê me ji bo posta Serokkomariyê hebe"
Mehmûd Mihemed di beşeke din a axaftina xwe de behsa posta Serokkomariya Îraqê kir û diyar kir ku dê partiya wî ji bo wê postê bibe xwedî namzed.
Her îro Serokê Fraksiyona PDKyê li Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah ji Nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl re got, "Fuad Husên namzedê PDKyê ye ji bo posta Serokkomariyê."
Ev di demekê de ye ku li gorî daxuyaniya Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî, Nizar Amêdî jî namzedê fermî yê YNKyê yê ji bo posta Serokkomariya Îraqê hatiye diyarkirin.
Di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de ku 11ê Çiriya Paşîn a 2025an hatibûn kirin, PDKyê 27 kursî û YNKyê jî 18 kursî standibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse