Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê posta Serokkomariya Îraqê Dr. Fuad Husên radigihîne ku PDK amade ye hemû postên din ên para Kurdan ên Bexdayê bide Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), li hemberî wergirtina posta Serokkomariyê.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê û namzedê PDKyê yê posta Serokkomariya Îraqê Dr. Fuad Husên, di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê ku Senger Ebdulrehman li Bexdayê pê re kiriye, gotegotên vekişîna xwe red kirin û ragihand, “Ez venekişiyame û ew tiştên tên gotin tenê propagandaye ne. Niha rewşa min baş e û piştgiriyeke baş ji aliyê frakisyon û hêzên siyasî ve li min tê kirin.”
Derbarê rûniştina Parlamentoya Îraqê ku dê îro ji bo hilbijartina Serokkomar bl kirin, Dr. Fuad Husên eşkere kir ku tevgerek ji bo bipaşxistina rûniştinê heye û got, “Pêşniyarek heye û hem ji aliyê YNKyê û hem ji aliyê PDKyê û heta serkirdeyên Şîeyan ve jî behsa wê yekê hatiye kirin ku civîn were bipaşxistin. Li gorî zanyariyên min civîn dê ji bo roja yekşemê were bipaşxistin.”
Pêşniyara PDKyê ji bo YNKyê
Dr. Fuad Husên derbarê dan û standinên li gel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, tekez kir ku hêj hêviyek ji bo rêkeftinê maye.
Namzedê PDKyê Dr. Fuad Husên hûrgiliyên pêşniyareke nû ya partiya xwe ya ji bo YNKyê eşkere kir û got, “Eger em li ser namzedekî hevbeş (ku ez bim) li hev bikin, PDK amade ye wan postên ku li Bexdayê di destê wê de ne, bixe ber destê YNKyê.”
Fuad Husên amaje bi wê yekê kir ku ew vê pêşniyarê bi fermî li gel YNKyê gotûbêj dikin, lê eger ew razî nebin, “Em dê bi awayê hevrikiyê biçin nav parlamentoyê.”
Dr. Fuad Husên ki ser mekanîzmaya hilbijartinê li nav parlamentoyê, pêşbînî nake ku di gera yekem de ti namzed dengên pêwîst bi dest bixe, ji ber ku hejmara namzedan zêde ye û 18 kes in.
Husên her wiha got, “Hevrikî dê bikeve gera duyem, baweriya min bi min heye ku ez dê derbasî gera duyem bibim û li wê derê jî biryar ji bo parlamenter û frakisyonên siyasî dimîne.”
Hevpeyvîna bi Dr. Fuad Husên re wiha ye:
Rûdaw: Ez li Bexdayê me, ez hest dikim tevgerek heye ji bo nipaşxistina rûniştina roja sêşemê ya Parlamentoya Îraqê ya ji bo hilbijartina Serokkomar. Gelo dê were bipaşxistin?
Dr. Fuad Husên: Bi Xwedê pêşniyareke wiha heye û behsa wê pêşniyarê hatiye kirin. Hem ji aliyê YNKyê ve ew pêşniyar hatiye kirin û hem ji aliyê PDKyê ve, serkirdeyên Şîeyan jî ew pêşniyar kiriye û ez wa dizanim ku civîn dê were bipaşxistin.
Rûdaw: Ji bo kengî?
Dr. Fuad Husên: Tişta ku ez dizanim ji bo roja uekşemê.
Rûdaw: Krk Doktor, cenabê te wekî namzedê PDKyê di hevrikiyê de dimînî?
Dr. Fuad Husên: Belê.
Rûdaw: Ji ber ku îro min di çend rûpelan de tiştek dît ku qaşo te xwe vekişandiye, herçend min bawer nekir.
Dr. Fuad Husên: (Bi ken) Bi Xwedê ez venekişiyame, cureyên propagandayan tên belavkirin.
Rûdaw: Kek Doktor, gelo hevahengî û piştgirî heye ji bo ku tu bibî Serokkomar?
Dr. Fuad Husên: Piştgiriya kê?
Rûdaw: Parlamenter, frakisyon?
Dr. Fuad Husên: Min di vê heyamê de gelek pêwendî bi hemû aliyan, hemû partî, serkirde û frakisyonan re kir. Çûme parlamentoyê û bi sedan name ji parlamenteran ji min re hatine. Rastî bêjim, spas ji Xwedê re, xelk behsa navûdeng kar û dîroka me dike. Spas ji Xwedê re rewşa min baş e.
Rûdaw: Tû pêşbînî dikî ku di gera yekem de hevrikî di berjewendiya cenabê te de yekalî bibe?
Dr. Fuad Husên: Em hîn disekinin, lê ji ber ku 220 deng di gera yekem de hewce ne û 18 namzed hene, deng dabeş dibin. Kes di gera yekem de dernakeve, dê bikeve gera duyem.
Rûdaw: Kî û kî diçin gera duyem?
Dr. Fuad Husên: Ez niha nikarim behsa wê bikim, lê baweriya min bi min heye ku ez dê derbasî gera duyem bibim.
Rûdaw: Di gera duyem de dê çi bibe?
Dr. Fuad Husên: Nizanim, ew biryara parlamenteran e. Zehmet e tu bibêjî dê çawa bibe, tu li şûna wan biryarê bidî. Ez biryarê ji bo endamên parlamentoyê dihêlim.
Rûdaw: Endamên parlamentoyê yan frakisyonên siyasî?
Dr. Fuad Husên: Her du jî. Frakisyonên siyasî, ji ber ku ez li Bexdayê me û hem partiyên siyasî baş nas dikim, hem serkirde û hem parlamenteran. Haletek li Bexdayê heye; beşek ji hêzên siyasî pabend dibin bi biryara serkirdeyên xwe, lê di beşek ji hêzên siyasî de endamên parlamentoyê ewqas pabendî biryara serkirdeyên xwe nabin. Wateya wê ew e ku ew bixwe di biryardan û dengdanê de azad in, ev jî cuda ye.
Rûdaw: Wate çavê te li her duyan e?
Dr. Fuad Husên: Çavê min li endamên parlamentoyê ye, çavê min li frakisyonan e, çavê min li serkirdeyên hêzên siyasî ye. Divê tu di hemû astan de kar ji bo bikî û me kar jê re kiriye.
Rûdaw: Kek Doktor, çima li gel YNKyê yan hêzên Kurdistanî nekarîn li ser namzedekî hevbeş li hev bikin?
Dr. Fuad Husên: Ez bixwe di wê baweriyê de me ku divê hêzên siyasî yên Kurd yekhelwêst bin. Ez hez dikim li Kurdistane jî yekhelwêst bin, lê li Bexdayê pêwîst e yekhelwêst bin. Lê mixabin rastî ew e ku em ne yekhelwêst in û heta niha em bi hev re nebûne. Ez nizanim di van sê-çar rojên bê de em digihîjin lihevkirinekê yan na, lê hîn hêviyek heye ku em bigihîjin rêkeftinê.
Rûdaw: Li gel kê?
Dr. Fuad Husên: Li gel YNKyê.
Rûdaw: Li ser çi?
Dr. Fuad Husên: Li ser wêya ku yek namzedê me hebe. Eger em gihîştin wê rêkeftinê, karekî baş e.
Rûdaw: Ev yek pêwendî bi tiştên din ve heye?
Dr. Fuad Husên: Pêwendiya wê bi wê yekê ve heye ku PDK amade ye wan cihên ku di destê PDKyê de ne, bixe ber destê YNKyê li hember Serokkomariyê, eger me rêkeftin kir.
Rûdaw: Eger namzedekî hevbeş hebe û cenabê te be, ne namzedê YNKyê be?
Dr. Fuad Husên: Belê. Wate PDK û YNK bigihîjin rêkeftinekê li ser namzedekî, li hemberî wê ew postên ku yên PDKyê ne li Bexdayê, bidin wan.
Rûdaw: Mebest Alîkarê Serokê Parlamentoyê jî ye?
Dr. Fuad Husên: Belê, hemûyan. Her çi me hebe.
Rûdaw: Wezîrên din jî?
Dr. Fuad Husên: Ew postên ku yên me ne. Me çi heye? Alîkarê Serokwezîr, Wezîrê Darayî, Wezîrê Derve, Wezîrê Avedankirin û Nîştecîkirinê û Alîkarê Serokê Parlamentoyê.
Rûdaw: Wate ew hemû ji bo YNKyê bin û yên YNKyê jî ji bo we bin?
Dr. Fuad Husên: Wan çi heye?
Rûdaw: We ev pêşniyar bi fermî daye YNKyê?
Dr. Fuad Husên: Bi fermî jî ji wan re dibêjin û bi fermî jî li gel wan behs dikin.
Rûdaw: Wate hemû ew postên din ku yên PDKyê ne, li hemberî posta Serokkomar didin YNKyê?
Dr. Fuad Husên: Belê, ew rast e.
Rûdaw: Tu pê bawer î ku YNK bi vê yekê razî bibe?
Dr. Fuad Husên: Wê nizanim.
Rûdaw: Eger razî nebûn çi?
Dr. Fuad Husên: Eger razî nebin, wateya wê ew e ku em dê bi awayê hevrikiyê biçin nav parlamentoyê.
Rûdaw: Lê eger YNK bêje hemû postên me ji bo we, lê hûn dest ji posta Serokkomar berdin?
Dr. Fuad Husên: YNKyê çi heye? Nexêr, bila hemû tiştên wan hebin, Serokkomar li cem wan e, ne li cem min e.
Rûdaw: Mebesta min ew e niha Serokkomar li cem wan e, bi kêmanî bi nêzîkî li cem wan e?
Dr. Fuad Husên: Nexêr, Kak Letîf bi alîkarî û piştgiriya me bû Serokkomar. Di dema xwe de Malikî, Helbûsî û Falih Feyaz heta kêliya dawî dijî bûn. Dema post bir jî, yekser daxuyanî dan û gotin YNK ye. Me jî got, ma me negotiye PDK ye. Wate di dawiyê de bi navê YNKyê bû Serokkomar, lê bi piştgiriya PDKyê û hêzên siyasî yên Ereb ên din.
Rûdaw: Eger bibî Serokkomar, dê çi sozekê bidî Îraqê?
Dr. Fuad Husên: Ez ji sala 2003yan ve li Bexdayê me. Destpêkê Serperiştyarê Wezareta Perwerdeyê bûm, paşê bûm Endamê Xula Encumena Hikum. Piştre dema li Kurdistanê bûm wekî Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê, nêzîkî hemû dosyeya Bexdayê û pêwendiyên li gel hêz û aliyên siyasî li cem min bûn. Min pirsgirêk dîtine, xwendine û hizir li çareseriya wan jî kiriye; hem ew dem û hem jî niha ku niyeta min heye bibim Serokkomar.
Eger biçim wê postê, Serokkomar dikare gelek tiştan bike. Hin kes wa dizanin posta Serokkomar tenê protokolî ye, rast e aliyekî wê yê protokolî heye, lê erka bicîkirinê jî zêde ye. Di çarçoveya destûrê de, lê Serokkomar jî pêgeheke siyasî ye.
Nabe pirsgirêk li nav welêt hebe, wekî pirsgirêka navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê, pirsgirêk di navbera partiyan de; karê Serokkomar ew e ku wî xelkî kom bike, çareseriyê deyne, xelkê nêzîkî hev bike.
Her wiha erka wî parastina destûrê ye, her dijayetiye li hember destûrê hebe, divê were deng, Serokkomar dikare çalak be. Ji pêgeha siyasî ve Serokkomar dikare pêwendiya wî li gel serokên dinyayê hebe.
Rûdaw: Gilî û gazindên te ji Serokkomarên beriya te hene?
Dr. Fuad Husên: Ez ne di wê pêgehê de me ku gazindan bikim. Ji ber ku her demekê kesek bûbe Serokkomar, rewşa cîhanê cuda bûye, her kesek têgihiştineke wî ji bo Serokkomariyê heye. Lê bi piştrastî ez dê bibim Serokkomarekî çalak. Xwezaya min wisa ye, li her cihê ku bûbim; yekem pabend bûme bi cihê xwe, duyem dilsoz bûme ji bo karê xwe, sêyem çalak bûme.
Rûdaw: Çarem jî ew e ku tu mandû nabî.
Dr. Fuad Husên: Ew jî tê de ye ku cenabê te dibêje, spasiya te dikim, rojane nêzîkî 12 heta 13 demjimêran kar dikim.
Rûdaw: Te behsa destûrê kir, hûn dê çawa pabendî destûrê bibin û biparêzin?
Dr. Fuad Husên: Pirsgirêkeke me heye. Ez ji ezmûna karkirina xwe li Bexdayê, hem piştî sala 2003yan û guhertinan, hem piştî sala 2005an ku destûr nû bû, her wiha di wê dema ku me li Kurdistanê ve çavdêriya rewşa Bexdayê dikir, ji min re derketiye ku kêşeyeke me heye.
Bi rastî destûreke me ya gelekî baş heye, lê gelek ji madeyên destûrî nebûne yasa. Dema tu maddeya destûrî nekî yasa, valahiyek çêdibe, valahiya yasayî. Çi wê valahiyê tijî dike? Yasayên kevn. Yasayên kevn çi ne? Piraniya wan yasayên serdema Sedam Husên in. Gelo yasayên serdema Sedam Husên çawa li gel destûreke tije demokrasî, vekirîbûn, aboriya azad û welatekî federal re diguncin?
Pirsgirêka me ya sereke ew e ku gelek ji maddeyan nehatine kirin yasa. Duyem; têgihiştina ji destûrê li welatê me kêm e. Pêwîst e li nav parlamento, hikûmet û partiyan de têgihiştin bo destûrê zêdetir be û em pabendî wê bin. Pirsgirêka pabendbûnê jî ew e ku dema tu pabendî madeyekê dibî, pêwîstiya te bi yasayekê heye ku wê maddeyê cîbicî bike, lê yasayê tine ye.
Nakokiya sereke ya navbera Herêm û Bexdayê, dema çûm kûrahiya pirsgirêkê, ew e: Xelkê Kurdistanê dema diaxive behsa mafên xwe di çarçoveya destûrê de dike, ku rast e û mafê wan e, lê berpirsên Bexdayê behsa yasayê dikin. Ew yasayên ku ew behs dikin, yasayên kevn in û pêwendiya wan bi rabirdûyê ve heye
Ev destûra ku xelkê Kurdistanê behs dike rast e, lê yasa jê re dernakeve. Pêwîst e ev destûr were kirin yasa û gelek ji maddeyên wê bibin binemaya yasadanînê, ev çareseriya pirsgirêkê ye. Mînak yek ji wan pirsgirêkan mijara petrolê ye, rastî bêjim, li Herêma Kurdistanê em destûrê li ber çavan digirin, li Bexdayê behsa yasayê dikin, yasa jî ya serdema Sedam Husên e.
Rûdaw: Tu pêşbînî dikî di serdema bê ya parlamentoyê de yasaya petrol û xazê were derbaskirin?
Dr. Fuad Husên: Eger Xwedê bixwaze û ez bibim Serokkomar, bi piştrastî yek ji wan karên sereke ku dê hewla wê bidim, derxistina yasaya petrol û xazê dibe, ji ber ku Serokkomar jî mafê wî heye projeyasayê pêşkêş bike.
Rûdaw: Reşnivîsek heye ku çend caran destkarî tê de hatiye kirin, gelo mebesta te ew e?
Dr. Fuad Husên: Ew reşnivîs dîroka wê vedigere sala 2007an û piştre çend caran destkarî tê de hatiye kirin. Ne pirsgirêk e ku reşnivîs hebe yan na, ji ber ku dikare sûd ji wan reşnivîsan were wergirtin, lê her çi be pêwîst e reşnivîsa yasaya petrol û xazê were pêşkêşkirin, daku ev pirsgirêk bi awayekî yasayî û di çarçoveya destûrê de were çareserkirin.
Rûdaw: Me behsa petrolê kir, niha petrola Herêma Kurdistanê bê pirsgirêk tê hinardekirin?
Dr. Fuad Husên: Li gorî zanyariyên min, belê berdewam e, dema hinardekirinê dest pê kir, 230 hezar bermîl bû, lê rastî nizanim niha çend e.
Rûdaw: Di 31ê Adarê de dema rêkeftinê bidawî dibe, hûn bawer dikin were dirêjkirin? Rêkeftin sê mehan carekê bû; destpêkê heta 31/12 bû, piştre bo sê mehên din heta 31/3 hat dirêjkirin.
Dr. Fuad Husên: Ez pêşbînî dikim... dizanin, rewşa Bexda û Herêma Kurdistanê guncaw e ji bo ku ev pirsgirêk werin çareserkirin; ne hemû pirsgirêk, lê beşeke zêde ya wan. Li gel wê jî, ez xwezaya min wisa ye heta tiştekî nebînim, baweriyê pê nakim.
Rûdaw: Dr. Fuad, gelo vê yekê bandor li ser dabînkirina mûçe di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebûye?
Dr. Fuad Husên: Bêguman, dema gotûbêj hatin kirin û paşê mûçe hat dabînkirin, beşek pêwendî bi pirsa petrolê ve hebû. Dema petrol dihat hinardekirin, pirsgirêka petrol û dahata ne-petrolê jî di rojevê de bûn û hemûyan pêwendî bi hev re hebû. Dema pirsgirêka mûçe çareser bû, bi awayekî xwezayî pirsa dahata ne-petrolê hat pêş û ez bawer im ew jî heta astekê hatiye çareserkirin.
Rûdaw: Her car dema em hevpeyvînê dikin, tu dibêjî behsa mûçe neke, lê xelk çaverê ye, lewma ez piştrast im cenabê we...
Dr. Fuad Husên: Nexêr, mafê xelkê ye, bêguman rewş giran e. Pirsa mûçeyan pêwendî bi jiyana xelkê ve heye û ez tê digihîjim.
Rûdaw: Her car dibêjin, "ez mijûlî karê xwe me û ew karê Wezîrê Darayî ye," lê cenabê we rola we heye.
Dr. Fuad Husên: Nexêr, ez mijûlî wê pirsê jî bûm, ji ber ku her car dema mûçe hatiye rawestandin, çûme nav mijarê û bûme beşek ji çareserkirina pirsgirêkê. Bêguman birêzan Kek Mesrûr û Kek Qubad û Kek Awat û şandeyan jî rola xwe hebûye, min jî rola xwe lîstiye û bi kêmanî rola min di çareserkirina wê de hebûye.
Rûdaw: Her ji ber wê ye ez her tim pirsa mûçe ji cenabê we dikim, ji ber ku ez dizanim rola we çi ye. Gelo niha mûçeya meha 1 pirsgirêka wê nîne?
Dr. Fuad Husên: Li gorî têgihiştina min, ji aliyê yasayî ve mûçeya meha 1 pirsgirêka wê nîne. Ji ber ku niha dabeşkirina mûçe, wate siyaseta darayî, pişta xwe bi rîsaya “1 li ser 12” girê dide, ev jî bi wê maneyê ye ku çawa sala borî di meha 1ê de mûçe hatiye dayîn, îsal jî divê bi heman awayî were dayîn. Ev jî bi piştbestina bi pirsa dahata ne-petrolê ku pêwîst e radest were kirin.
Rûdaw: Eger ez şaş nebim, di yek-du rojên borî de cenabê we serperiştiya civîna Encumena Wezarî ya Aborî ya Îraqê kir?
Dr. Fuad Husên: Nexêr, beşdar nebûm.
Rûdaw: Beşdar nebûn? Lê civîn hatiye kirin?
Dr. Fuad Husên: Civîn hatiye kirin, lê min dûvçûn jê re nekiriye, ji ber ku ez gelek mijûl bûm û beşdarî tê de nekir.
Rûdaw: Kek Doktor, ez diçim ser rewşa Sûriyeyê û wê rewşa ku li wir heye. Îraqê çi kiriye ji bo ku metirsî derbasî Îraqê nebin?
Dr. Fuad Husên: Bi awayekî giştî em hemû gelek dilgiran in, wate berpirsên Bexdayê em hemû. Me civîneke ewlehiyê hebû, Serokwezîr û ez jî amade bûm û raporta ewlehiyê pêşkêş kirin. Em gelek dilgiran in ji rewşa Sûriyeyê, hem ji rewşa Kurdan li Sûriyeyê û hem jî ji rewşa girtîgehên DAIŞê. Li gorî wêya ku ez tê gihiştime, nêzîkî 8 hezar, hinek kes dibêjin 12 hezar, terorîst di wan girtîgehan de hene ku di bin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.
Bêguman çend cih ketin destê hikûmeta Sûriyeyê û hinek ji wan derketin, hatin azadkirin an reviyan. Ew kesên ku li Hisîçayê ne, li girtîgeha Hisîçayê, hejmara wan zêde ye û gelek metirsîdar in, wate ji serkirdeyên DAIŞê û terorîstên mezin in. Em behsa bi hezaran kesan dikin.
Pêşbînî bike ew birevin, yan werin azadkirin yan birevin û careke din werin qada karê terorîstî. Hejmareke zêde ya wan jî Îraqî ne, ev jî metirsiyeke mezin e bo Îraqê, bo Sûriye û bo asayîşa navçeyê. Lewma me bi hûrgilî lêkolîn li ser kiriye û ez bixwe di pêwendiyên xwe de li gel berpirsên Amerîkî, Ewropî û heta Kendavê jî, min hewl daye piştgiriyê li wê yekê bikin ku agirbest berdewam be û pirsgirêka navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê bi gotûbêjê were çareserkirin, ji ber ku ew rêya rast e.
Rûdaw: Wate cenabê te wekî Wezîrê Derve yê Îraqê rola te di dirêjkirina agirbestê de hebû?
Dr. Fuad Husên: Na, belkî ew karê min e. Nizanim rola min bûye yan na, lê me pêwendî bi hemû aliyan ve kiriye û em hêvîdar in ev agirbest berdewam be. Mijar ew e ku nebe şer, bi taybetî li Hisîçayê. Eger li Hisîçayê bibe şer, çend tişt rû didin; yekem: Pirsa wan terorîstên ku di girtîgehan de ne û bi rastî metirsîdar in.
Duyem: Eger bibe şer û êrişa serbazî li ser Hisîçayê were kirin, wateya wê ew e xelkê sivîl hemû direve. Lê ber bi ku ve direvin? Yan tên nav Îraqê yan ber bi Herêma Kurdistanê diçin. Ev jî pirsgirêkeke din a penaber û awareyan di vê zivistanê de ji me re çêdike, ku bêguman dibe pirsgirêkeke mirovî. Em hêvîdar in hîç yek ji van rû nede.
Rûdaw: Kek Doktor, di gotinên xwe de te amaje bi girtî û serkirdeyên DAIŞê kir û te got "werin azadkirin" yan "birevin". Kî wan azad dike? Yan ew e ku direvin.
Dr. Fuad Husên: Wisa ye, eger bixwe birevin ew mijarek e, lê...
Rûdaw: Gelo hikûmeta Îraqê tirsa wê heye ku hikûmeta Sûriyeyê wan girtiyan azad bike? Yan HSD?
Dr. Fuad Husên: Dizanî yek-du tişt hene, HSD gelek eşîretên Ereban li gel bûn, ew tijî çek kiribûn û hwd. Ew eşîret hemû niha dijî HSDyê ne. Salên dûr û dirêj bi hev re bûn, lê niha li dijî wan rawestiyane. Hinek caran ew bixwe tevgerê dikin, wate ew bixwe diçin girtîgehekê û ew xelkê ku di girtîgehê de ne azad dikin û heta wekî ku bira û kesûkarên xwe azad kiribin xwe nîşan didin. Ev nayê wateya siyaseta dewleta Sûriyeyê, lê ew halet jî li wir heye.
Rûdaw: Tirsa Îraqê ji çi ye?
Dr. Fuad Husên: Yekem, pirsa ewlehiyê li Sûriyeyê û ewê ku Sûriye aram nebe û şer tê de be, bandor dê hebe. Duyem, ew girtî, terorîst, yekser pêwendiyê bi DAIŞê ve dikin, ji ber ku DAIŞ li Sûriyeyê heye, wate rêxistina DAIŞê li Sûriye û li Îraqê jî heye.
Dema li ser sînor bin û 2000 - 3000 kesên wan Îraqî bin, bi piştrastî hewl didin vegerin Îraqê jî. Lê xêza sînor ji aliyê Artêşa Îraqê û hêzên Îraqî ve hatiye kontrolkirin, lewma ew ji bo wan ne hêsan e, lê bi her hal pêwîst e mirov hesabê jê re bike, ji ber ku me dît DAIŞ dema hat çawa bû.
Rûdaw: Dr. Fuad, ew girtiyên ku Amerîkî wan vediguhêzin girtîgehên Îraqê, hemû girtiyên DAIŞê li xwe digire yan tenê wan girtiyên di bin desthilata HSDyê de ne?
Dr. Fuad Husên: Me wekî prensîp behsa wê kiriye, hêj ev nehatiye bicîkirin. Wekî prensîp li gel hikûmeta federal me behs kiriye ku baştir e eger rewş bi wî awayî be, ew DAIŞî werin veguhastin ji bo ku rê nedin hinek eşîret wan azad bikin yan bixwe birevin. Baştir e em wan veguhêzin, ji ber ku evana beşek bûne ji rêxistineke terorîstî û wê rêxistinê li Îraq û Sûriyeyê xelk kuştiye, lewma ji aliyê yasayî ve mafê me ye.
Rûdaw: Amerîkayî çi dibêjin?
Dr. Fuad Husên: Amerîkî pê kêfxweş in, ji ber ku Amerîkî alîkariya HSDyê dikin van biparêzin, lê ew şerê ku di navbera eşîretên Ereb û hinek caran hikûmeta Sûriyeyê li dijî HSDyê dest pê kir, pirsgirêkek li wê deverê çêkiriye. Lewma Amerîkî gelek dilgiran in ji wêya ku eger ew girtiyên DAIŞê werin azadkirin yan birevin, lewma pê baş e ku ew li cihekî din di girtîgehê de bin.
Rûdaw: Berêz Doktor, pêşbîniya êrişa din a Îsraîlê ya li Îranê dikî?
Dr. Fuad Husên: Ez nikarim wê diyar bikim, lê Îranî bixwe dibêjin, wate dema ez li Îranê bûm, berpirsên Îranê bixwe digotin egera wê heye êrişî wan were kirin.
Rûdaw: Cenabê te bi wê ezmûna ku temenek e hete û demek berê li Qeterê daxuyaniyek da û te got ku rewşa navçeyê ne hêsan e û ber bi aştiyê ve naçe. Gelo niha jî her wisa ye û rewş aram nebûye?
Dr. Fuad Husên: Belê, aloztir dibe.
Rûdaw: Li ku û sedema wê çi ye?
Dr. Fuad Husên: Her ev gef in, ji ber ku van rojan gef wate axaftin dibe gule. Gef zêde ne.
Rûdaw: Berêz Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvînên xwe de ragihandiye, hewl didin Îraq navbeynkariyê di navbera Amerîka û Îranê de bike. Gelo hûn karekî wiha dikin?
Dr. Fuad Husên: Ew karekî zehmet e. Ez çûme Tehranê û min guh li berpirsên Îranî girt, her wiha aliyê Amerîkî jî. Pirsgirêk niha ew e ku pêwendiya rasterast nîne. Dibe ku pêwendiyek bi rêya nameyê hebe, lê rûniştin nîne.
Rûdaw: Gelo Îraq navbeynkariyê dike?
Dr. Fuad Husên: Em di vê qonaxê de ne navbeynkar in, ji ber ku navbeynkarî pêwîstiya wê bi wê heye her du alî li ser dan û standinê li hev bikin û eger pirsgirêkeke biçûk hebe, tu ji wan re çareser bikî. Niha dan û standin û proseyê dan û standinê di rojevê de nîne.
Rûdaw: Pirsgirêk gelekî mezin e?
Dr. Fuad Husên: Gelekî mezin e. Pirsgirêka navbera Îran û Amerîkayê gelek gelek mezin e.
Rûdaw: Di derbarê namzedkirina birêz Malikî ji bo posta Serokwezîriyê, hûn çi dibêjin?
Dr. Fuad Husên: Ew diyar e. Me pê xweş bû ku Hevpeymaniya Nîştimanî gihîşte biryarekê, ku ew jî namzedkirina birêz Malikî bû. Me piştgirî li wê biryarê kir û got piştgiriya her biryareke wan dikin. Bi piştrastî me piştgirî li Malikî kir, ji ber ku nasê me ye û dostê me ye û em wî nas dikin, lê di dawiyê de ev biryara Çarçoveya Hevahengiyê ye.
Rûdaw: Doktor, vedigerim serê axaftinên me derbarê pêkanîna hikûmeta Îraqê. Te got hilbijartina Serokkomar dibe ku ji bo roja yekşemê were paşxistin, gelo ev yek pirsgirêkê ji bo dembendiyên destûrî çê nake?
Dr. Fuad Husên: Na, bi wî awayî behs kirin ku roja 29ê mehê dike Pêncşemê. Behsa wê kirin ku piştî Pêncşemê, roja Înê bêhnvedana fermî ye û rûniştin nayê kirin. Her wiha roja Şemiyê jî bêhnvedan e, lewma rûniştin dikeve roja Yekşemê. Wa dizanim ji aliyê yasayî ve çareser kirine. Wate, aliyê yasayî yê mijarê bi wî awayî hat behskirin.
Rûdaw: Gelekî spas Birêz Doktor Dr. Fuad Husên.
Dr. Fuad Husên: Spas ji bo we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse