Hewlêr (Rûdaw) - Îro roja dawî ya tomarkirina navên namzedên posta Serokkomariya Îraqê bû.
Li gorî ragihandina Parlamentoya Îraqê 81 kesan xwe namzed kiriye. Li gorî zanyariyên Rûdawê, 33 namzed jê Kurd in.
Ji wan 33 Kurdên ku namzed in, 3 kes bi awayekî fermî namzedên partiyan in.
Ew jî Nizar Amêdî namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Dr. Fuad Husên û Newzad Hadî namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne.
Her wiha Letîf Reşîd ê ku niha li ser pişka YNKyê Serokkomar e jî namzed e lê partiya wî red dike ku ew namzedê wan be.
Di nav wan Kurdên ku xwe namzed kirine de, hejmareke navên diyar û naskirî hene ku wekî ew dibêjin namzedên "serbixwe" ne.
Di nav wan de; endamê berê yê Mekteba Siyasî ya YNKyê Mela Bextiyar, parlamenterê Îraqê yê ji fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn, parlamenterê berê yê Îraqê yê ji fraksiyona YNKyê Şiwan Dawidî, parlamenterê berê yê Îraqê yê ji fraksiyona YNKyê Aso Ferûdûn Elî, keça Serokkomarê berê yê Îraqê Fuad Masûm Ciwan Mihemed Fuad Masûm û şêwirmendê li Encumena Wezîran a Îraqê Ebdulah Mihemed Elyawayî hene.
Navên namzedên Kurd ên ji bo posta Serokkomariya Îraqê wisa ne:
- Nizar Mihemed Seîd (Nizar Amêdî)
- Fuad Mihemed Husên Bekî (Dr. Fuad Husên)
- Newzad Hadî Mewlûd
- Ebduletîf Mihemed Cemal Reşîd (Letîf Reşîd)
- Hikmet Mihemed Kerîm (Mela Bextiyar)
- Musena Emîn Nadir
- Şiwan Hewêz Ferîq Dawidî
- Aso Fereydûn Elî
- Ciwan Mihemed Fuad Masûm
- Ebdulah Mihemed Elyawayî
- Serdar Ebdulah Mehmûd
- Şîlan Fuad Ebduletîf
- Şêrzad Baban Mecîd Silêman
- Ehmed Ebdulah Tofîq
- Nebez Mihemed Elî
- Husên Teha Hesen Sincari
- Necmedîn Ebdulkerîm Hemekerîm
- Dilşad Mihemed Ebdulrehman
- Saman Elî Şalî
- Mihemed Sabir Silêman Ezîz Hemewendî
- Umêd Ebdulselam Qadir (Palani)
- Sîrwan Ehmed Reşîd Kwêxa Ezîz
- Salar Rehîm Kerîm Caf
- Diyarî Elî Ehmed Berzincî
- Dilşad Şakir Îsmaîl Botanî
- Şêrzad Hesen Îsmaîl Berzincî
- Dilxwaz Reza Ebas
- Yasîn Omer Mihemedemîn
- Azad Mecîd Hesen
- Xalid Sidîq Ezîz Mihemed
- Xalid Mistefa Husên Şerîf
- Enwer Hamed Emîn Ehmed
- Ebas Xelîl Yequb Mendelawî
- Li gorî kevneşopiya siyasî ya Îraqê posta Serokkomariya Îraqê pişka Kurdan, posta Serokwezîriya Îraqê pişta Şîeyan û posta Serokatiya Parlamentoyê jî pişta Suneyan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse