Hewlêr (Rûdaw) - YPJyê derbarê bipeşketinên dawî yên li Sûriyeyê got, "Dema ku desthilata Rejîma Sûriyeyê ji aliyê HTŞyê ve hat desteserkirin, aloziyên li Sûriyeyê hîna kûrtir bûne û zivirîne kaosekê."
YPJyê her wiha li ser êrişên hêzên hikûmetê yên li hemberî Elewiyan jî got, "Pergala cîhadîst û aqlê wê li beramberî gelê me yê berava Sûriyeyê komkujiyên derveyî ehlaqê mirovahiyê pêk anîn."
Li herêmên Durziyan di navbera komên çekdar ên Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûn derketin û gelek kes hatin kuştin û hinek kes jî birîndar bûn.
Hikûmeta Sûriyeyê hêzên zêde şandibûn taxên Durziyan.
Li aliyê din, meha adarê li bajarên Laziqiyê û Ceblê yên berava Sûriyeyê ku piraniya wan Elewî ne di navbera komên çekdar û hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer û pevçûnên dijwar derketibûn.
Li herêma berava Sûriyeyê hêzên hêzên hikûmetê li hemberî Elewiyan qetlameke mezin kiribû.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) li ser êrişên li hemberî Durzî û Elewiyan daxuyaniyek belav kir.
"Aloziyên li Sûriyeyê kûrtir bûne û zivirîne kaosekê"
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Dema ku em bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê digirin ber çavan, û bi taybetî piştî ku Desthilata Rejîma Sûriyeyê ji aliyê HTŞ (Heyet Tehrîr el-Şam) ve hat desteserkirin, em dibînin ku aloziyên li Sûriyeyê hîna kûrtir bûne û zivirîne kaosekê.
Vê pergala cîhadîst û aqlê wê li beramberî gelê me yê perava Sûriyeyê komkujî û jenosîdên derveyî ehlaqê mirovahî pêk anîn.
Îro em dibînin ku ev desthilat bi heman hovîtiyê êrişî gelê me yê Durzî jî dike.
Gelê me yê Durzî jî weke hemû pêkhateyên li Sûriyeyê cih digrin, pêkhateyeke gelekî qedîm e û ji bo serxwebûna xwe her tim di nava têkoşinê de bûn e.
"HTŞ dixwaze Elewî û Durziyan mêtîngeh bike"
HTŞ bi aqlekî serwer dixwaze gelên qedîm yên wekî Elevî û Durzî bike mêtingeh. Ji ber vê yekê di navbera gelên heremê de nakokiyên mezhebî û aloziyan ava dike.
Deshilata Şamê dixwaze bi van nakokî û fitneyan re siyaseta 'parçe bike û bi rê ve bibe' bide meşandin.
Geşadanên vê dawiyê li Sûriyeyê rû didin nîşan didin ku ev zihniyeta cîhadist ji bo gelan, nexasim ji bo jinan çiqasî xeternak e.
"Pergaleke ku pirrengbûna gelan û olan qebûl nake nikare bibe model"
Ji ber pergaleke ku pirrengbûna gelan û olan qebûl nake, nikare ji gîştî pergala Sûriyeyê re bibe modelek.
Her wiha di Sûriyeyê de ji dîrokê heya niha, pir gelên qedîm yên netewên cûda bi hev re jiyan kirin e.
Nabe, ev cudahî bibe sedama ku gelên ji neteweyên cuda bi qirkirinê re rû bi rû bimînin, ev tenê dikare bibe sedema fikir û zîkrê azad. Sûriye demeke dirêj e di nava şerekî de ye.
Bi rastî gelên heremê êdî ji şer wastiyan e û hemû gelên heremê dixwazin li ser xaka xwe bi şêwazekî azad jiyan bikin.
Lê belê fikra cîhadîst bi tu awayî mozaîka gelên Sûriyeyê qebûl nake, ev pêşiya jinûveavakirina Sûriyeya Demokratik digire.
Ji ber bi aqlê zilam ê deshilatdar em nikarin demokrasiyê ava bikin. Ji bo Sûriyeya pêşerojê modeleke ku bê rexistinkirin jî modela Neteweya Demokratîk e.
Ji ber ev model di rastiya Bakurrojhilatê Sûriyeyê û Rojava de gihiştiye asteke ku hemû netew tê de dikarin pênaseya nasnameya xwe bikin û bi rastiya gelê xwe ve azad jiyan bikin.
"Em êrişên li hemberî Durziyan bi tundî şermezar dikin"
Em wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) van kiryarên terorîstî yên li dijî gelê me yê Durzî, yên ku beşeke girîng a tevna Sûriyeyê ne, bi tundî şermezar dikin.
Em dê her tim li hemberî tevahiya êrişên terorîstî yên sîstematîk ên ku nirxên mirovî û bi taybet yekîtiya civaka Sûriyeyê hedef digirin bê dudulî bisekinin.
Parastina cewherî ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk garantiya bingehîn û yekane ye.
Tenê wekî jin em dikarin pêşengiya vê qonaxa hesas a li Sûriyeyê bikin û heremê ber bi ewlehî û aramiyê ve bibin.
Em dikarin Bi aqlê jinê yê etîk û estetik ê ku li hemberî zihniyeta baviksalar bê eman têkoşîn dike, Sûriyeya peşeroja mirovan ya Demokratik û bi ewlehî ava bikin.
Banga li jinan
Li ser vê bingehê, em bang li hemû gelan, bi taybetî em bang li jinan dikin ku parastina cewherî ya ku mafekî xwezayî û rewa ye, ji xwe re esas bigirin, da ku parastina mafên xwe û mafên tevahî gelan misoger bikin.
Divê hemû jinên heremê û cihanê berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bigirin ser mile xwe û em bi hev re ji bo xurtkirina yekîtî û rêxistinbûnê, têkoşîna xwe bilind bikin.
Em teqez dikin ku em dê bi têkoşin û aqlekî hevpar, jiyana azad ava bikin.
Em dubare dibêjin, Ji bo Sûriyeyê tekane çareserî ew e ku bi aqlê jinê yê rexistinkirî avakirina jiyana hevbeş e.
Ji bo tolhildana qetliamên ku li ser gelê me yên Sûriyeyê hatine kirin, bersiva herî mezin bi aqlekî rexistinkirî di beşa parastina rewa de rolgirtina ser mile xwe û xwegihandina Sûriyeya Demokratik e ku tevahiya jinan û gelan bi demokrasî û aştiyane hembêz dike ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse