Şam (Rûdaw) – Mafnas, nûnerên Durzî û Elewiyên Sûriyeyê eşkere kir ku rêkefina Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer erênî ye û divê Sûriyeyê bibe yê hemû pêkhateyan.
Yekem peymana fermî di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî hat imzekirin.
Gelo pêkhateyên Sûriyeyê li ser vê peymanê dibêjin?
Nûçegihana Rûdawê ya Şamê Solîn Mihemed Emîn bi nûnerên Durziyên re axivî.
“Em yekîtiya Sûriyeyê diparêzin”
Durziyên Sûriyeyê dibêjin ku ev gav ji bo parastina mafê xelkê Sûriyeyê pir girîng bû.
Endamê Komîteya Karê Sivîl ê Ceremanayê parêzer Mekrem Ubêd li ser peymanê got:
“Em ji vê dewletê dernakevin, yekîtiya axa Sûriyeyê daxwaza me ye, em ti carî ne pêkhateyeke cudaxwaz bûn, berovajî wê, em yekîtiya Sûriyeyê diparêzin.
Di xaleke wê de dibêje divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê di ava kirina hikûmetê de beşdar bin, ev peyman gelekî baş e, hêvî dikim roleke wê ya baş hebe.
Heya niha bi awayê fermî nehatiye xwendin, di demên bê de rûspiyên me dê bicivin dibe ku guftûgoyan bikin lê niha peyman dilrihetiyê çêdike û em li hêviya cîbicîkirine ne.”
Parêzer Mekrem Ubêd di berdewamiya jî de got:
“Ji bo hemû mijarên Sûriyeyê û yek ji wan mijara peymanê ye lê hin pêkhate hene ku metirsiyên wan hene, mîna pêkhateya Elewî ku bi gotina wan, heya niha dewleta nûjen û demokrat nehatiye avakirin.”
“Divê dewlet neyê dabeşkirin”
Endamê pêkhateya Elewiyan û damezrînerê Partiya Kar a Komunîst Munîf Milhim jî got:
“Heta niha ti rê tune ye ji bo avakirina dewleteke nûjen, demokratîk û medenî ku wekheviya hemû welatiyan biparêze.
Divê dewlet di nava pêkhateyan de neyê dabeşkirin, me dît li Îraq û Libnanê ev yek bi ser neket û ne aramî hebû.
Em dewleta welatiyan dixwazin ku bi yek rêzê li hemû welatiyan binêre.
Metirsiyên we çi ne? Metirsî ew in, tevlihevî, şerê navxwe û dewleteke dîktator ji nû ve ava bibe ev metirsiyên me yên herî zêde ne.”
Di peymana Ebdî û Şer de, 8 xal hebûn. Entegrebûna HSDyê ya di nava artêşa Sûriyeyê de mîsogerkirina mafê hemû pêkhateyan ku beşdarî proseya siyasî û saziyên dewletê bibin.
Her wiha hemû koçber û penaber vegerin nava bajar û gundên xwe.
Piştî zêdetirî 60 salî ji çewisandin û zordariyê, çavê hemû pêkhateyên Sûriyeyê li wê yekê ye ku Sûriyeyeke demokrat û mafê hemû kesî tê de parastî be, ji nû va were avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse