SÛRIYE - Jinên Elewî û Durzî di bin gefeke mezin de ne

17-09-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Siwêda Jin Durzî Elewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî guherîna desthilata Sûriyeyê, zextên li ser komên etnîk û olî yên cuda zêde bûne û li parêzgeha Siwêdayê û herêmên peravê jin hîn jî di nava tirsê de dijîn.

Raporeke Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere dike ku li rojavayê welêt û li Siwêdayê jin tên revandin û rastî kiryarên xerab tên.

“Zimanê mirinê: Çek, tundî û xwîn”

Parêzvana mafên jinan a ji Siwêdayê Necva et-Tawîl ji SOHRê re li ser drama jinên Durzî wiha axivî:

“Revandin, şkence û destdirêjiyên ku nayên xeyalkirin çêbûn. Bedena jinê hat binpêkirin.

Wan ne zimanê jiyanê lê zimanê mirinê hilbijart: Çek, tundî û xwîn.”

“Jin bi zorê tên koçberkirin”

Necva et-Tawîlê diyar kir ku koçberkirina bi zorê û teror wekî taktîkeke şer li dijî jinan tê bikaranîn û got ku gelek jin ji bo ewlehiyê gelek caran cihên xwe guhertine û wiha li pey çû:

“Hinek jin neçar man ku xwe bigihînin Hemayê. Ew bi zarokên xwe re hatin revandin, heta rêwîtiya wan jî veguherî xefkekê.”

Êrişên mezhebî

Necva et-Tawîlê teqez kir ku tundiya li dijî jinan li ser bingeha baweriyê tê kirin û da zanîn ku jin rastî gotinên biçûkxistinê hatine û got:

“Ji me re gotin ‘beraz’, ‘kafir’. Zilam kuştin, jin jî wekî dîl girtin û kirin kozeke dan û standinê.”

Jinên ku koçber bûne jî di bin şert û mercên giran de mane.

Kêmasiya paqijiyê, nepeydakirina pêdiviyên dema ku ji dikevin cilan (regl), zehmetiyên jinên ducanî yên di dema zarokanînê de, nebûna derman û xwarinê zehmetî zêdetir kirine.

"Rêxistinên jinan jî bê deng man"

Bi gotina Necva et-Tawîlê civaka sivîl û rêxistinên jinan jî erkên xwe bi cih neanîne.

Wê li ser vê yekê jî got, “Hinek pasîv man, hinekan roleke provokatîv lîst.

Rêxistinên jinan jî bi jinên ku hatine revandin û rastî destdirêjiyê hatine re pişgirtî nekirin. Vê bêdengiyê êş zêdetir kir.”

Li gorî SOHRê, hîn jî çarenivîsa 516 Durziyan ne diyar e ku 103 ji wan jin in.

Jinên Elewî di hedefê de ne

Parêzvana mafên jinan û sosyolog Însaf Sileytanê jî behsa serpêhatiyên jinên Elewî kir û got:

“Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî belge kiriye ku ji Sibata 2025an vir ve li Laziqiye, Tertûs, Hims û Hemayê herî kêm 36 jin û keçên Elewî yên di navbera 3 û 40 salî de hatine revandin.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî jî meha tîrmehê 38 bûyerên windabûnê rapor kirine.

Reutersê jî behsa revandinên ji bo fidye û şantajê kir. Heta ku ev bêcezabûn bidome, dê sûc jî zêde bibin.”

"Berteka navneteweyî lawaz e"

Însaf Sileytanê got ku berteka civaka navneteweyî têrê nake û wiha domand:

“Ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê hişyarî hatin dayîn lê li qadê mekanîzmayeke lêpirsînê ya serbixwe û bibandor nehat avakirin.

Edaleta ku her roj dereng dikeve, erêkirineke nû dide sûcdaran.”

Destdirêjiya li ber çavan

Însaf Sileytanê bûyera destdirêjiya li Ravan Mahfûz Eseda 20 salî ku 13–14ê Îlona 2025an li çoltera Hemayê dema diçû ser karê xwe rastî wê hatibû, bi bîr xist û got:

“Vê bûyerê di çapemeniya herêmî û navneteweyî de gelek deng veda. Eşkere nîşan dide ku êdî mekanîzmaya cezakirinê bi temamî têk çûye.”

“Divê Biryarnameya 1325an a Neteweyên Yekbûyî were bicihanîn”

Însaf Sileytanê bal kişand ser biryarnameya 1325an a Neteweyên Yekbûyî û got:

“Pêwîst e jin werin parastin, beşdarî pêvajoyên biryardanê bibin û kiryarên tundiya zayendî werin cezakirin lê li Sûriyeyê ev biryarname nayê bicihanîn.”

Wê got ku bi lezgînî pêwîstî bi planeke çalakiyê ya neteweyî, mekanîzmayên gilîkirinê yên ewle, bernameyên tazmînatê û mekanîzmayeke lêpirsînê ya ku nûnerên mexdûran jî tê de cih bigirin heye.

“Divê çarenivîsa jinên Durzî û Elewî were eşkerekirin”

Însaf Sileytanê behsa komkujiyên tîrmehê yên li Siwêdayê jî kir û ev bang kir:

“Divê çarenivîsa jinên Elewî û Durzî were zelalkirin. Yên ku hatine revandin divê werin vegerandin û divê rûmeta mexdûrên destdirêjiyê jî were vegerandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst