Îraqê ew cotkarê Kurd da dadgehê

05-05-2025
Nîşan Kerkûk Cotkarê Kurd Şkence Gilî Leşker Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îraqê ew cotkarê Kurd da dadgehê ku leşkeran stûpêça wî kişkişandibû û şkence lê kiribû.

Cotkarekê Kurd ê bi navê Mihemed Emîn 17ê Sibata 2025an dema li nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê erdê xwe diajot rastî miameleya xerab a leşkerên Îraqê hat.

Leşkerekî stûpêça wî kişkişand û xwest wî bi darê zorê ji traktora wî peya bike lê cotkarê Kurd li ber xwe da û nehat xwarê.

Mihemed Emîn rastî vê tevgera di asta şkenceyê de hat lê Wezareta Parastinê ya Îraqê bi hinceta “heqaretkirina li artêşa Îraqê” ew da mehkemeyê.

Parêzerê cotkarê Kurd Beşdar Hesen ji Rûdawê re got:

"Wezareta Parastinê ya Îraqê bi awayê fermî giliyê Mihemed Emîn kiriye ku qaşo kevir avêtine leşkeran û heqaret li artêşê kiriye.”

Beşdar Hesen ev tohmet û angaşt red kirin û got, "Ti bingeha rast û yasayî ya van gotinan nîne.”

Îfadeya Mihemed Emin li Navenda Polîsan a Sergeranê hatiye wergirtin.

Beşdar Hesen ji Rûdawê re got ku niha li benda biryarê ne.

Divê were gotin, wî leşkerê ku stûpêça cotkarê Kurd kişkişandibû jî berê giliyê wî kiribû.

Lê Wezareta Parastinê ya Îraqê xeyn ji giliyê ku leşker kiriye, giliyekî cuda kiriye.

Mihemed Emîn jî bi heman awayî giliyê leşker kiribû lê ew leşker piştî ku çend rojan desteserkirî mabû hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst