Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ku navê Artêşa Niştîmanî li xwe kirine, daxuyaniyek derbarê xwepêşandanên li Efrîn, Cindirês, Marih û Ezazê belav kir.
Berdevkê wan grûpên çekdar ê bi navê Yûsif Hemûd, di twittekê de dibêje, ew bi xelkê re ne û ew qebûl nakin ku wek terorîst û têkder werin binavkirin.
Yûsif Hemûd nivîsandiye, dema ku rewşa mirov gelekî xirab dibe û bibîne ku hinek kes wan ji xwe re bikar tînin, tiştekî asayî ye ku ji rewşa asayî derkeve.
Yûsif Hemûd daxwaz ji serkirdeyên leşkerî kir ku dakevin ser cadeyan û kontrola rewşê bikin, bi rêya dayîna sozên rasteqîne bi xelkê û çareseriyên rasteqîne û bilez bibînin.
Li Efrînê û navçeyên wê roja Înê li dijî Tirkiyê xwepêşandan hatin kirin û kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn. Efrîn a Rojavayê Kurdistanê yê xelkê wê yê resen Kurd ji wan navçeyan hatine derxistin û Erebên hawirde lê hatine bicihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse