Li Erziromê baran dibare: Hişyarî hat dayîn!

05-07-2025
RÛDAW
Nîşan Erzirom Baran Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê baran dibare û şeva borî pileya germahiyê wekî 10 pile hat tomarkirin.

Ji ber baranê cade û kolanên nav bajêr di bin avê de man û welatî rûbirûyê zehmetiyan bûn.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî daye ku îro li parêzgehên Erzirom, Qers û Erdexanê baraneke gur dibare û li parêzgeha Erzinganê û derdora wê jî dê ba û bahoz hebe.

Li gorî daxuyaniyê egera lehiyê, birûsk û bahozê heye û ji ber vê yekê divê welatî tedbîrên pêwîst wergirin.

Doh jî li navçeya Selîmê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê teyrok bariya.

Li navçeyê piştî baraneke gur, teyrokê dest pê kir û di demeke kurt de her der spîçil bû.

Ji ber barîna teyrokê, li ser rêya navbera Qers û Selîmê ajokaran di çûn û hatinê de zehmetî dît.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst