Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber germahî û nebûna elektrîkê li 4 parêzgehan betlane ye

05-08-2025
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Elektrîk Betlane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber germê û kêmasiya karebayê, li fermangehên hikûmetê yên 4 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê sibe betlane hat ragihandin.

Alîkarê Parêzgarê Kirmaşanê Celîl Balayî îro ragihand, "Ji ber bilindbûna pileyên germê û zexta zêde ya li ser tora elektrîkê ya parêzgehê, sibe çarşemê dê li hemû fermangehên parêzgehê betlane be."

Ev biryar dezgehên xizmetguzarî û hawarçûnê yên wekî nexweşxane, navendên tenduristiyê û navendên ewlehiyê li xwe nagire.

Li aliyê din, Beşa Pêwendiyan a Parêzgeha Sineyê jî ragihand ku ji ber bilindbûna pileyên germê û zexta zêde ya li ser tora elektrîkê ya parêzgehê, dê sibe çarşemê li hemû fermangehan betlane be.

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber germê bikaranîna elektrîkê li parêzgehê zêde bûye.

Heman biryar, dezgehên xizmetguzarî û hawarçûnê yên wekî nexweşxane, navendên tenduristiyê û her wiha navendên ewlehiyê jî li xwe nagire.

Li gorî biryara navenda Parêzgeha Îlamê, ji ber bilindbûna pileyên germê û zêdebûna bikaranîna elektrîkê, zexteke zêde li ser tora elektrîkê ya parêzgehê heye û dê sibe çarşemê li hemû fermangehan betlane be.

Her wiha Encûmena Koordînasyona Rêveberiya Qeyranan a Parêzgeha Urmiyê roja duşemê ragihandibû ku ji ber bilindbûna pileyên germê û zexta zêde ya li ser tora elektrîkê dê rojên sêşem û çarşemê li hemû fermangehên parêzgehê betlane be.

Ev sê hefte ne ku pileyên germê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bilind bûne û li hinek deveran gihiştiye 50 pileyî.

Saziya Keşnasiyê ya Îranê jî ragihandiye ku dê di navbera du û pênc rojên bê de pileyên germê bilind bibin û li hinek deveran 50 pileyî derbas bikin.

Li aliyê din, li 13 parêzgehên Îranê jî roja çarşemê, ji ber bilindbûna pileyên germê û zexta zêde ya li ser tora elektrîkê betlane hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst