ENKSyê bangî Şamê kir: 'Bi Şandeya Kurdan re dest bi dan û standinan bikin'

05-08-2025
RÛDAW
Nîşan ENKS Şandeya Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - ENKSyê bangî hikûmeta Sûriyeyê kir ku bi Şandeya Kurdan re dest bi dan û standinan bike û tekez kir ku ew şande nûnera rewa û tekane ya gelê Kurd e.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) îro civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, li ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) li dar xist.

Civîn bi amadebûna Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl, endamên desteya serokatiyê û piraniya endamên encûmenê hat lidarxistin.

Di rojeva civînê de pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û her wiha bûyerên dawî yên li parêzgeha Siwêdayê hatin gotûbêjkirin.

“Şandeya Kurdan nûnerê rewa yê tekane ye”

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif di daxuyaniya ya piştî civînê de ragihand ku civîn di demekê de hat kirin ku li welêt û herêmê pêşhatên siyasî yên bilez diqewimin.

Yûsif tekez kir ku divê Sûriyeya paşerojê welatekî hevbeş be ji bo hemû pêkhateyên xwe yên neteweyî û olî, ji Ereb, Kurd, Durzî, Elewî û yên din.

Feysel Yûsif destnîşan kir ku Şandeya Kurdan a ku ji “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” ya 26ê Nîsanê derketiye, nûnera rewa û tekane ya gelê Kurd li Sûriyeyê ye û divê birêvebiriya nû ya li Şamê vê yekê li ber çavan bigire.

Di dawiya civînê de, beşdaran li ser pêwîstiya bilezkirina amadehiyên ji bo lidarxistina Kongreya 5emîn a ENKSyê gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst