Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Serokatiya ENKSyê Silêman Oso ragihand ku civînên wan ên li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî re "gelekî erênî" derbas bûne.
Oso eşkere kir ku di nava vê mehê de şandeyeke hevbeş a Kurdan dê biçe Şamê û got, "Wezîrê Karên Derve soz da ku di demeke nêzîk de koçberên Serê Kaniyê vegerin ser mal û milkên xwe."
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso bû mêvanê bultena nûçeyan a Rûdawê û hûrgiliyên hevdîtinên xwe yên li Şamê, naveroka civîna li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û paşeroja Kurdan li Sûriyeyê ji Dilbixwîn Dara re nirxandin.
"Civînên me yên li Şamê gelekî erênî bûn"
Silêman Oso diyar kir ku ew li ser vexwendina fermî çûne Şamê û roja 2yê Sibatê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û 3yê Sibatê jî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyane.
Oso derbarê atmosfer û naveroka civînan de ev agahî dan:
"Bi rastî dîtina me ya li Wezareta Karên Derve û Koşka Tişrînê gelekî erênî bû.
Em bi firehî li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê û bi taybetî jî li ser Pirsgirêka Kurdan axivîn.
Lihevkirinek hebû û wan qebul kir ku Sûriyeya nû û Kurdên Sûriyeyê gelek zehmetî kişandine û proje û planên awarte li ser wan hatine meşandin.
Tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Kurd miletê resen û sereke yê Sûriyeyê ne."
Şandeya hevbeş a Kurdan diçe Şamê
Yek ji mijarên herî girîng ên ku Silêman Oso eşkere kirin, amadekariya şandeyeke hevbeş a Kurdan bû.
Oso li ser pirsa "Gelo şandeyeke hevbeş hatiye avakirin?" wiha bersiv da:
"Belê, şandeyeke Kurdan a hevbeş dê bê avakirin.
Wan (berpirsên Şamê) amadebûna xwe nîşan da ku pêşwaziya şandeyeke Kurdan bikin û heta soz jî da.
Em dê hinekî amadekariyan bikin û vegerin wir. Di vê mehê de ev şande dê biçe û bi Wezîrê Karên Derve û alîgirên wî re bicive.
Em dixwazin wekî şandeyeke hevbeş biçin û li ser hûrgiliyên daxwazên Kurdan dan û standinan bikin."
Mijara Destûrê û Mersûma Jimare 13
Silêman Oso, Mersûma Jimare 13 a ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer derxistibû wekî gaveke erênî nirxand lê tekez kir ku ev têrê nake û divê mafên Kurdan di destûrê de bên çespandin.
Oso wiha pê de çû, "Mersûm gaveke erênî ye ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan wekî bingeh lê pêdivî bi gelek gavên din heye.
Divê di destûrê de were tesbîtkirin. Wan ji me re got ku sibê dê komîteya destûrî bê avakirin û Kurd jî dê tê de beşdar bin.
Ji me re gotin, çi gavên tên xwestin ew amade ne ku bavêjin."
"Sûriyeya nenavendî baştir e"
Li ser pirsa "Gelo Sûriye dê navendî be yan nenavendî?" Silêman Oso nêrîna ENKSyê wiha anî zimên:
"Em wekî Kurd û wekî konferans dibînin ku Sûriyeya nenavendî ji bo berjewendiya hemû parêzgeh û pêkhateyên Sûriyeyê gelekî çêtir e.
Me ev têgeh pêşkêş kirin û em dibêjin mafê neteweyî yê Kurdan ji şiklê birêvebirina dewletê cuda ye."
Vegera koçberên Serê Kaniyê
Silêman Oso mizgîniyeke girîng da xelkê Serê Kaniyê û diyar kir ku ew li ser vê mijarê bi taybetî rawestiyane.
Oso got, "Xaleke din a ku me nîqaş kir mijara Serê Kaniyê bû. Bi rastî ev ji bo me tiştekî gelekî girîng e.
Wezîrê Karên Derve soz da me û got ku 'Hûn mijara Serê Kaniyê qediyayî bihesibînin.' Got ku penaberên Serê Kaniyê dê vegerin welatê xwe.
Pêdivî bi guhertina wan leşker û çekdaran heye û di demeke nêzîk de ew guhertin dê çêbibin.
Di demeke nêzîk de xelkê Serê Kaniyê dê vegerin ser milk û malên xwe. Ev soz Wezîrê Karên Derve da me."
Hevdîtina bi Mezlûm Ebdî re
Endamê Desteya Serokatiya ENKSyê piştrast kir ku ew û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li hev civiyane û encamên wê civînê jî erênî bûne.
Silêman Oso wiha behsa wê civînê kir:
"Em û Kek Mezlûm Ebdî em dê dîsa hev bibînin. Civîna me erênî bû û me baş guh da hev.
Me li ser wê yekê li hev kir ku ev aqilê leşkerî û bi rêya tundiyê pirsgirêka Sûriyeyê çareser nabe.
Me li hev kirin ku divê Kurd bibin şirîkên vî welatî, di hemû dezgeh û saziyên Sûriyeyê de cih bigirin û mafê neteweyî yê Kurdan di destûrê de were parastin.
Em dixwazin vê şirîkatiyê bi hev re bikin."
Kurd çi dixwazin?
Li ser pirsa "Gelo Kurd postê Alîkarê Serokkomar yan postên din dixwazin?" Oso bersiveke dîplomatîk da û got:
"Em neçûbûn ku dan û standinên parvekirina postan bikin. Civîna me hevdîtinek bû.
Lê helbet divê Kurd şirîkê vî welatî bin, şirîkê îdareya herêmên xwe bin û şirîkê îdareya Sûriyeyê bi giştî bin.
Di qonaxa bê de kîjan post hebin, divê ew post nûnertiya îradeya miletê Kurd bikin, ne nûnertiya aliyekî.
Armanca me ew e ku Kurd bibin şirîkên biryarê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse