SÊWAZ - Minîbûsa karkeran wergeriya: 3 kesan canê xwe ji dest da

05-08-2025
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Karkerên Demsalî Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Suşehriyê ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê, minîbûsa ku karkerên demsalî yên berhevkirina findiqan tê de bûn wergeriya.

Di qezayê de 3 karkeran canê xwe ji dest da û 18 karker jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, minîbûsê karkerên ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji bo berhevkirina findiqan dibirin parêzgeha Orduyê ya Tirkiyeyê.

Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên tenduristî û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya 4 karkerên birîndar giran e. Birîndar ji bo nexweşxaneyên li navçeyê û Sêwazê hatin veguhastin.

Parêzgariya Sêwazê derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ji bo malbatên karkerên ku canê xwe ji dest daye sersaxî xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst