Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo 932 karkerên ku dê li Nexweşxaneya Bajêr a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bên wergirtin, 65 hezar kesan serlêdan kir.
Li Rihayê, Nexweşxaneya Bajêr a ku xwedî hezar û 800 nivînan û 132 odeyên emeliyatê ye, dê sala 2026an were vekirin.
Saziya Karkeran a Tirkiyeyê ragihandibû ku dê ji bo nexweşxaneyê 580 karkerên paqijiyê, 240 karmendên ewlehiyê û 112 karmendên piştgiriya klînîkî, bi giştî 932 karkeran wergire û dest bi wergirtina serlêdanan kiribû.
Li Rihaya ku yek ji wan bajaran e ku rêjeya bêkariyê lê herî bilind e, 65 hezar kesan serî li Saziya Karkeran a Tirkiyeyê da.
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar li Parlamentoya Tirkiyeyê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û got, divê wergirtina karkeran li gorî liyakatê be û bertîl tê de nebe.
Ferît Şenyaşarê Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê wiha axivî:
“Ji bo Nexweşxaneya Bajêr 580 karkerên paqijiyê, 240 karmendên ewlehiyê û 112 karmendên tenduristiyê yên klînîkan, bi tevahî 932 karker dê bên wergirtin.
Li Rihayê 65 hezar kesên temenê wan di bin 40î de ye serlêdan kiriye.
Dê karker bi rêya Wezareta Tenduristiyê bi sîstema pişkavêtinê bên wergirtin.
Di rojên dawî de ji bajarên din ber bi Rihayê ve koçberiyek heye.
Dema em dipirsin, çima mala xwe anîne Rihayê? Dibêjin; em dê li Nexweşxaneya Bajêr dest bi kar bikin.
Ka dê bi rêya pişkavêtinê bihatana wergirtin?
Li Nexweşxaneya Bajêr kadro bi 4 hezar lîreyî tên firotin.
Pere bi rêya siyasetmedarekî yan jî bi rêya komeke siyasetmedaran tên dayîn.
Ez ji vê derê li ser navê 65 hezar kesan bangî Wezareta Tenduristiyê dikim; haya we jê heye?”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse