Sozdar Avesta: Em dê nehêlin ku hundirê pêvajoyê bê valakirin

05-09-2025
RÛDAW
Nîşan Sozdar Avesta Pêvajoya Çareseriyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avestayê  ragihand ku peyamên ji Îmraliyê ji bo paşeroja pêvajoyê krîtîk in.

Sozdar Avestayê û got, “Aştî, civaka demokratîk û entegrasyon tenê bi rola yekser a Rêber Apo dikare pêk were.”

Sozdar Avesta li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê û xebatên Komîsyonê ji  Stêrk TVyê re axivî.

"Aştî tenê bi Rêber Apo pêkan e"

Avestayê da zanîn ku pêvajoya Ocalan daye destpêkirin di qonaxeke dîrokî de ye û tekez kir ku mîmar û birêvebirê pêvajoyê Ocalan bi xwe ye.

Endama Konseya Birêvebir a KCKyê got, “Kesê ku dikare li ser navê Tevgera Azadiyê (PKK) vê pêvajoyê bi rê ve bibe, tenê Rêber Apo ye.”

Avestayê Hikûmeta Tirkiyeyê bi necidîbûn û valakirina naveroka pêvajoyê tawanbar kir û anî zimên ku derengxistina hevdîtinên bi Ocalan re vê yekê piştrast dike.

Serkirdeya KCKyê destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bibe û got, “Divê tenê deriyên Îmraliyê venebin, divê êdî Rêber Apo ji wir derkeve.”

"Komîsyonê şaş dest pê kir"

Sozdar Avestayê Komîsyon bi “şaş destpêkirina xebatê” rexne kir got, “Divabû Komîsyonê pêşî li Rêber Apo guhdarî bikira lê ew bi guhdarkirina aliyên din demê derbas dike û hundirê pêvajoyê vala dike.”

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê, qutkirina axaftina bi Kurdî ya Dayîkên Aştiyê ya li Komîsyonê bi tundî şermezar kir.

"Tirkiye astengiya herî mezin e li Sûriyeyê"

Sozdar Avestayê bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî û got, "Tirkiye bi xwe astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya Sûriyeyê ye."

Serkirdeya KCKyê anî zimên ku Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe destwerdanê di diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de dike û rê li ber pêkanîna Peymana 10ê Adarê digire.

"Divê Bexda û Hewlêr rêzê li îradeya Şingalê bigirin"

Avestayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Şingalê jî û got, "Xetereya li ser Kurdên Êzidî bi dawî nebûye."

Sozdar Avestayê biryara Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ya girtina kampan wekî "lîstikeke ji bo guhertina demografyaya Şingalê" bi nav kir.

Serkirdeya KCKyê bangî Bexda û Hewlêrê kir ku rêzê li Kurdên Êzidî bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst