Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç çû Colemêrgê û amaje pê da ku aştiya civakî bi edaletê pêkan e û armanca edaletê parastina rûmet û mafên mirovan e.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç îro li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî merasîma destpêkirina bingeha avahiya dadgehê bû.
Tunç diyar kir ku di çarçoveya pêşniyarên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê gavên pêwîst bên avêtin.
“Em dê gavên pêwîst biavêjin”
Yilmaz Tunç di axaftina xwe de amaje bi pêvajoyê jî kir û got hinek li gel pêşveçûnan, hinek hêz û kes hene ku dixwazin vê pêvajoyê xera bikin û wiha axivî:
“Girêdayî pêvajoyê li parlamentoya me Komîsyon hatiye avakirin. Nûnerên gel parlamenter li ser mijarê diaxivin û nîqaşan dikin.
Li ser gavên pêwîst ên bên avêtin gotûbêjê dikin. Di encama wan nîqaşan de ji bo gavên pêwîst dê pêşniyar û biryarên wan çêbibin.
Li gorî van biryar û pêşniyaran jî em dê gavên pêwîst biavêjin û kar û xebatên xwe bidomînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse