Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kesekî piştî nîqaşekê birayê xwe yê mezin bi kêrê kuşt.
Gumanbar ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
"Nîqaş veguherî karesatê"
Li gorî agahiyan, bûyer li Taxa Golluceyê ya Dîlokê qewimî.
Di navbera Yaşar T.yê 40 salî û birayê wî yê mezin Mehmet T.yê 45 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Piştî ku nîqaş veguherî pevçûna bi kêran, Yaşar T. birayê xwe yê mezin Mehmet T. bi kêrê birîndar kir.
"Li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da"
Li ser agahdarkirina welatiyên derdorê,polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Mehmet T.yê bi giranî birîndar bûbû tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û mir.
Hat ragihandin ku gumanbar Yaşar T. ji aliyê tîmên polîsan ve hatiye desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse