Li ser rêya Êlih û Qubînê qeza: Mirî û birîndar hene

05-10-2025
Nîşan Êlih Qubîn Qeza Mirî û Birî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di encama lihevxistina du otomobîlan de kesek mir û 9 kes birîndar bûn.

Otomobîla bi plakaya 07 AVM 357 a ku Saît K. diajot û otomobîla bi plakaya 56 AV 323 a ku Abdullah B. diajot li ser rêya Êlih-Qubînê li nêzîkî gundê Kirêdiyê li hev da.

Di qezayê de 10 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Lê Zeynep Karahana 54 salî nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê rehmet kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst