Li Hewlêrê dronek ket xwarê

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Êrişa Dronan Herêma Kurdistanê Umêd Xoşnaw
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) – Beriya bi kêlîkekê dronek li nêzîkî Rotana Arjaan Hotel û Sky Towerê ket xwarê.

Piştî hişyariya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê derbarê êrişên gengaz ên li ser hoteleke Herêma Kurdistanê, dronek li nêzîkî hoteleke Hewlêrê ket xwarê.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kir uk hêriş hatiye pûçkirin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî saet 23:00ê dronek li nêzîkî Rotana Arjaan Hotel û Sky Towerê ketiye xwarê.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku dronek berî ku bigihîje armanca xwe "hat pûçkirin."

Umêd Xoşnaw got: "Nayê zanîn armanca dronê kû der bû lê dema hat pûçkirin parçeyên wê li nêzîkî wê otêlê ketin."

Parêzgarê Hewlêrê piştrast kir ku di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne û tenê ziyana kêm a madî heye.

Balyozxaneya Amerîkayê hişyarî dabû

Di heman rojê de Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hişyariyek dabû û gotibû: "Mîlîsên terorîst ên hevalbendên Îranê, dibe ku hewl bidin wan otêlên ku biyanî diçinê yên li Herêma Kurdistanê, bikin armanc."

Balyozxaneyê ji hemwelatiyên Amerîkayê daxwaz kiribû ku bi "lezgînî" û di yekemîn firsendê de xaka Îraqê biterikînin; her wiha ji wan kesên ku biryara mayînê dane re jî gotibû, bila xwe ji bo bûyerên neçaverêkirî amade bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst