Li Mûşê 21 cêwî diçin dibistanekê

05-11-2025
Nîşan Mûş Cêwî Xwendekar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mûşa Bakurê Kurdistanê 21 cêwî diçin dibistanekê.

21 cêwî li Dibistana Seretayî ya Walî Adîl Yazarê ya Mûşê perwerdeyê dibînin.

Mamoste û xwendekar ji ber şibihina wan a bi hev re, di cudakirina xwişk û birayan de zehmetiyê dikişînin.

Ev dibistan yek ji saziyên perwerdeyê yên Mûşê ye ku herî zêde xwendekarên wan hene û bi profîla xwe ya xwendekaran a ku kêm tê dîtin, derdikeve pêş.

Li dibistanê 1742 xwendekar hene û 42 ji wan xwişk û birayên cêwî ne ku piraniya wan cêwiyên yek hêkê ne.

Ji ber vê tabloya balkêş wekî "dibistana cêwiyan" tê binavkirin.

Cêwiyên ku heval û mamosteyên wan di cudakirina wan de zehmetiyê dikişînin, bi vê taybetiya xwe reng didin dibistanê.

Mamosteyên ku carinan cêwiyên ku bûne şahiya dibistanê tevlîhev dikin, bi daxwaza ku keç berbiskên cuda bi kar bînin, pora xwe bi awayên cuda bihûnin an jî bi guhertina cihên cêwiyan, hewl didin navên wan ji ber bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst