Hewlêr (Rûdaw) - Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya boriyan 27ê Îlonê dest pê kir.
Ev gav li gorî rêkeftinekê pêk hat. Niha hûrgiliyên gavên beriya rêkeftinê û zextên Amerîkayê yên li ser hikûmeta Îraqê derdikevin holê.
Nîvê tîrmeha îsal, rojane bi dronan êrişî qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê dihat kirin. Şirketên Amerîkayî li wan qadan çalak in û kar dikin.
Wan dronan metirsî li ser kerta petrolê ya Kurdistanê çêkir. Li gorî dezgeheke medyayî ya Brîtanyayî, komên çekdar ew dron wekî tolhildana êrişên Amerîkayê yên li ser baregehên atomî yên Îranê avêtine.
Yek ji wan qadên ku ketibû ber wan êrişan Qada Petrolê ya Sarsingê ya li parêzgeha Dihokê bû. Şirketa HKN a Amerîkayî li wê qadê kar dike. Kurê milyarderê Amerîkayî Ross Perot xwediyê wê ye.
Êrişên bi dronan ên tîrmeha borî çar rojan li ser hev berdewam kirin û li hinek qadan hilberîn hat rawestandin.
Li gorî Ajansa Reutersê, berdewamî û dijwariya wan êrişan "Amerîka hêrs kir."
Amerîka di wê baweriyê de ye ku hikûmeta Îraqê tiştekî berbiçav li hemberî komên çekdar û kontrolkirina wan nake lewra Amerîkayê dest bi zextan li ser Bexdayê kir.
9 çavkaniyên cuda piştrast kirin ku Amerîkayê ji bo rawestandina wan êrişan zext li hikûmeta Îraqê kiriye.
Li gorî rapora Reutersê, zextên li ser hikûmeta Îraqê bûne sedema destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriyan.
Ev mijar zêdetirî du salan bû xala sereke ya nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Çavkaniyekê ji îdareya Donald Trump li ser êrişan got, "Bi baweriya min rast e em bêjin Wezîrê Karên Derve Marco Rubio hinek peyamên tund dane Bexdayê, ji bo were ronîkirin ku kêliya hilbijartinê (di navbera Amerîka û Îranê de) nêzîk e."
Gefa sizadanê
Washingtonê di du salên borî de bi berdewamî daxwaz kiriye û zext kiriye ku hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya boriyê bo Bendera Ceyhanê dest pê bike.
Sedema zextê karê şirketên Amerîkayê yê li qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê bû. Her wiha sedemeke din jî daxistina bihayê petrolê bû.
Sedemeke din jî ew bû ku petrola xav ber bi başûrê Îraqê ve diçû.
Ev petrol bûbû çavkaniyeke tijî xêr û bêr ji bo torên qaçaxçîtiya petrola Îraqê. Pare û dahata wê jî ji bo komên çekdar diçû.
Li gorî raporên medyayî yên Brîtanyayê, ew sedem li gel êrişên dronan, bûn sedem ku Trump zextan ji bo asteke din bilind bike.
Di maweyê du mehên piştî êrişan de, nûnerên îdareya Amerîkayê û berpirsên îdareya Trump "gef" li berpirsên bilind ên petrola Îraqê xwarine.
Wan gotiye eger hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriyê dest pê neke, ew dê bên sizadan.
Berpirsekî Amerîkî piştrast dike ku gefa sizadanê li berpirsên Wezareta Petrola Îraqê hatiye kirin.
Piştî wê di 17ê Tîrmehê de hat ragihandin ku rêkeftina destpêkê ji bo hinardekirina petrolê hatiye kirin.
Du meh şûnda jî zextên Amerîkayê bû sedema destpêkirina hinardekirina petrolê di 27ê Îlonê de.
Êrişên dronan û eşkerenekirina êrişkaran
26ê Çiriya Paşîn a 2025an êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê hat kirin.
Di encamê de ziyan gihîşt qada gazê û tora elektrîkê. Gaza sirûştî ya qadê çavkaniya hilberîna elektrîkê bû.
Hikûmeta Îraqê hefteyek şûnda, şeva 3yê Kanûna Pêşîn a 2025an bi rêya Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman encama lêkolînan ragihand.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îraqê di 6 xalan de teqezî li ser rêkarên parastina qadê kir.
Di xala çarem de Fermandariya Hêzên Çekdar got, "Gihiştine navê êrişkarên wê destdirêjiyê.
Aliyên li derveyî yasayê ew êriş kirine û fermana girtinê ji bo beşek ji wan êrişkaran derketiye."
Divê were gotin ku navê êrişkaran jî nehatiye eşkerekirin.
Ji bilî Kormorê, êrişkarên êrişên din ên dronan jî nehatine eşkerekirin lê çavkaniyeke ewlehiyê li Îraqê got ku "komeke çekdar a bihêz" wan êrişan pêk tîne.
Li gorî gotina wê çavkaniyê, Bexdayê hişyarî daye wê komê. Bexdayê gotiye eger her ew êrişeke din bikin, hikûmet dê rasterast rûbirûyê wan bibe.
Amerîka li benda vegera hilberîna xwe ye li Îraqê ye
Ew zext û daxwazên Amerîkayê nîşaneya daxwaza Washingtonê ye li Îraq û Herêma Kurdistanê.
Ya herî nû jî gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump bûn ku ji bo Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde re kiribûn.
Trump ji Rûdawê re gotibû, "Îraq niha bûye cihekî gelekî dostane."
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Douglas Silliman jî ji Rûdawê re got, "Trump dixwaze pêwendiyeke bihêz li gel Îraqê ava bike."
Bi baweriya wî berpirsê berê yê Amerîkayê yê Îraqê, tiştê ji bo Amerîkayê girîng parastina hilberîn û bazirganiyê ye li gel Îraqê.
Her wiha xala li pêşîn ji bo Trump serxwebûna Îraqê û nebûna hegemonya welatên herêmî ye.
Li gorî gotina berpirsekî Amerîkayî, "Amerîkayê hilberîneke zêde li Îraqê kiriye.
Amerîkayê bi hevparî li gel hevparên xwe ji bo têkbirina terorê li Îraqê qurbanî daye lewra Amerîka li bendê ye ku hilberîna wê li Îraqê bi awayekî berbiçav vegere."
Gavên paşerojê
Ne diyar e hikûmeta nû ya Îraqê dê çawa miameleyê bi wê pirsê re bike. Gelo hinardekirina petrolê dê berdewam be yan xal û daxwazên din dê werin pêş?
Her wiha di tîrmeha sala bê de rêkeftina petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de bi dawî tê. Tirkiyeyê berê ragihandiye ku ew dê heman rêkeftinê nû neke.
Her wiha Bexdayê hîn girêbestên gazê yên Kurdistanê nas nekirine. Ew girêbest bi şirketên HKN û Western Zagros re hatine kirin.
Şirketa HKN beşek e ji koma Hillwoodê ya avahîsazî û enerjiyê.
Milyarderê Amerîkî Ross Perot Jr. xwediyê wê ye. Rossê kur bazirganekî diyar ê Amerîkayê ye û bavê wî Ross Perot du caran bûye namzedê Serokatiya Amerîkayê.
Perot û malbata wî piştgirên gelekî bihêz ên Komariyan in. Wan di bangeşeyên 2024 û 2025an de zêdetirî 3 milyon dolar bexşîne wê partiyê.
Zext, berjewendî û hilberîn li aliyekî ne. Li aliyê din gotinên Trump û Sûdanî jî Îraq û Amerîka ber bi başbûna pêwendiyan ve biriye.
Trump di nava bersiva xwe ya ji bo pirsa Rûdawê de peyameke erênî ji Sûdanî re şand.
Ev peyam li hemberî wê yekê bû ku Sûdanî piştgirî kiriye da ku Trump Xelata Aştiyê ya Nobelê wergire.
Herêma Kurdistanê beşek e ji wê pêwendiyê, wekî ku Douglas Silliman got, "Plana Amerîkayê heye ku ji bo maweyeke dirêj li Herêma Kurdistanê bimîne."
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Michael Rigas jî 3yê vê mehê li Hewlêrê axivî.
Rigas di dema vekirina mezintirîn Konsulxaneya Amerîkayê ya li cîhanê de got:
"Ew konsulxaneya nû ya ku îro em ahenga wê dikin, zêdetir e ji zincîreyek avahî û binesaziyê; belge ye li ser qîmeta wê pêwendiya ku di navbera Dewletên Yekbûyî û Herêma Kurdistana Îraqê de heye."
Michael Rigas her wiha got, "Em serbilind in bi hevparîtiya xwe ya kûr û demdirêj a li gel xelkê vê herêmê û em spasdar in ji bo rola Herêma Kurdistana Îraqê wekî hevkarekî bi bandor û bi şiyan ê ewlehiyê û dengekî bawerpêkirî li Îraq û seranserê herêmê.
Herêma Kurdistana Îraqê ya bihêz, aram û xweragir, stûneke bingehîn a wê pêwendiyê ye ku Dewletên Yekbûyî li gel Îraqê heye."
Peymanên Michael Rigas ên li Hewlêrê
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas, tekezî li ser warê aborî û bazirganiyê kir û Herêma Kurdistanê wekî "deriyekî" bi nav kir û wiha domand:
"Serok Trump bazirganî xistiye pêşiya nakokiyan. Em bi awayekî çalak piştevaniya şirketên Amerîkayî yên li Îraqê dikin.
Em Herêma Kurdistana Îraqê wekî deriyekî zindî ji bo bazara Îraqê ji bo şirketên Amerîkayî dibînin.
Em spasdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê berdewam dike ku bibe parêzvaneke bihêz ji bo berjewendiyên aborî yên Amerîkayê.
Di nav de gîrana roleke sereke di vekirina boriya petrola Îraq-Tirkiyeyê de jî heye.
Ev yek sûdê digihîne şirketên petrolê yên Amerîkayî."
Nîşaneyên pratîkî yên vegera Amerîkayê ji bo nav kerta enerjiyê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi zelalî derketine holê.
Exxon Mobil vegeriyaye Îraqê û bi rêya Qada West Qurnayê û dest bi karên xwe dike.
Birêvebirê Cîbicîkar ê Exxon Mobil Darren Woods jî got: "Pêngaveke gelekî girîng a destpêka karkirina me ye, rêyeke dirêj li pêşiya me ye û em geşbîn in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse