Li Hewlêrê qezayeke dijwar, du parêzvan mirin

4 demjimêr berê
Nîşan Hewlêr Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hewlêrê li sîteyekê, otomobîlekê li du parêzvanên taybet da û her du jî mirin.

Bûyerê doh derengê li Sîteya Boulevardê ya li ser cadeya 40 Metrî ya Hewlêrê rû da.

Çavkaniyeke agahdar ji Rûdawê re got, "Tohmetbarên di nav otomobîlê de du kes bûn û serxweş bûn."

Birêvebirê Kompanyaya Manager Security Mêhran Mîrxan Şêrwanî ji Rûdawê re ragihand:

"Dema ku du parêzvanên me ji bo kontrolkirinê otomobîlek rawestandibû, otomobîleke din li wan daye û mixabin her duyan jî canê xwe ji dest daye û her du jî Kurd in.

Otomobîl bi lezeke zêde hatiye û li karmendan daye.

Polîsê Hewlêrê dest bi lêkolîna bûyerê kiriye.”

Li hêla din, ew otomobîla ku li her du parêzvanan daye pîkapek bûye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, tohmetbar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst