Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê piştî erdhejê teqînek rû da.
Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê îro Duşemê 6ê Sibata 2023an bi hêza 7.4 pile erdhejek çêbû û li seranserî bajarên Bakurê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyê jî hat hestkirin. Li Mereşê piştî erdhejê teqînek çêbû, BOTAŞê daxuyaniyek da.
Kompanyaya Veguhastina Petrolê Bi Boriyan (BOTAŞ) diyar kir ku li Mereş û parêzgehên din ên ku ji erdhejê bandor bûne, ji bo ewlehiya gazê, xebatên pêwîst têne kirin.
Di daxuyanîya ku ji aliyê BOTAŞê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di encama kontrolên li boriyên nefta xam hatine kirin de xisar çênebûye.
Di daxuyaniya BOTAŞê de hat diyarkirin ku tîmên teknîkî li qadê kontrol û xebatên pêwîst kirin û got, “Erdhejeke ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê bû çêbû û li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin, ji aliyê BOTAŞê ve demildest hemû tîm hatin haydarkirin, tevdîrên ewlehiyê yên pêwîst hatin girtin û xebatên nirxandina zirarê hatin destpêkirin. Di çarçoveya tedbîrê de herikîna gaza xwezayî ya li navenda bajarê Hatayê û navçeya Kirikhanê, navenda bajarê Mereş û navçeyên Bazarcix û Narliyê hat rawestandin. Tîmên teknîkî yên BOTAŞê li qadê kontrol û midaxeleyên pêwîst dikin. Xebatên pêwîst bi hemahengî li gel kompanyayên belavkirina gaza xwezayî li herêmê têne kirin da ku herikîna gazê bi ewle ji welatiyên me re were kirin.”
Li #Gurgum'ê piştî erdhejê teqîneke mezin rû da.#Earthquake pic.twitter.com/zkMPWjmYJ1
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 6, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse