Victoria Taylor: Ji bo peymana bi Şamê re zext li HSDyê tê kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Victoria Taylor HSD Sûriye Amerîka Kurd Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Îraq û Îranê Victoria Taylorê ji Rûdawê re ragihand, îdareya Donald Trump dixwaze di dema herî kurt de hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Victoria Taylorê diyar kir ku vê yekê kiriye ku zexteke zêde li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çêbibe da ku bi hikûmeta Ehmed Şer re li hev bikin.

Taylorê amaje pê kir ku berjewendiya hemû aliyan di parastina agirbestê de ye lê "Agirbest bi tenê têrê nake."

Taylorê her wiha got, "Rêya herî girîng a parastina agirbestê, gihiştina peymaneke demdirêj a li ser entegrekirina HSD û artêşa Sûriyeyê ye û diyarkirina wê yekê ye bê ka dê mafên Kurdan di dewleta nû ya Sûriyeyê de çawa werin parastin."

Gotûbêjên li ser "nenavendîbûnê"

Li gorî wê berpirsa berê ya Amerîkayê, niha li ser şêweyê birêvebirina paşerojê di navbera Şam û serkirdayetiya HSDyê de gotûbêjên berdewam hene.

Taylorê got, "Gelekî girîng e ku asteke nenavendîbûnê were parastin ku rê bide Kurd xwedî kontrola xwe ya navxweyî bin, li gel parastina mafên çandî û perwerdehiyê, wekî xwendina bi zimanê Kurdî."

Victoria Taylorê derbarê siyaseta Washingtonê de destnîşan kir, tevî piştgiriya her du partiyên Komarî û Demokrat a ji bo Kurdan û rola HSDyê ya di şerê DAIŞê de, berê Koşka Spî ber bi vekişînê ve ye.

Rola Nûnerê Taybet û zextên li ser HSDyê

Taylorê bal kişand ser rola Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û got:

"Em gihiştine qonaxekê ku îdareya Trump ji bo vekişîna hêzan gelekî lezê dike, lewma zexteke zêde li ser HSDyê hatiye çêkirin ji bo peymanekê ku vekişîna Amerîkayê hêsan bike."

Dosyeya girtiyên DAIŞê

Taylorê behsa wê yekê kir ku yek ji nîşaneyên nêzîkbûna vekişîna Amerîkayê, dosyeya girtiyên DAIŞê ye.

Li aliyê din Taylorê amaje bi peymana navbera Washington û Bexdayê ya ji bo veguhastina nêzîkî 7 hezar girtiyan ji Sûriyeyê ber bi Îraqê ve kir û got:

"Ev gav piştgiriyê dide wê biryara Amerîkayê ku zûtir vekişe ne derengtir."

Wê her wiha behsa Îlona 2026an kir ku wekî demeke diyarkirî ji bo bidawîhatina erka Hevpeymanan a li herêmê ye.

Victoria Taylorê di dawiya axaftina xwe ya ji bo Rûdawê de, bal kişand ser kesayetiya Trump û biryarên wî û got:

"Her çiqas Trump dikare nêrîna xwe biguhere jî lê niha gelekî bi zelalî piştgiriyê dide Serok (Ehmed) Şer."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst