Alîkara Berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Îraq û Îranê Victoria Taylorê ragihand ku Herêma Kurdistanê li herêmê hevalbendekî sereke û cîgir ê Washingtonê ye.
Victoria Taylorê got ku pêwendiyên telefonî yên vê dawiyê yên Donald Trump ên bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re, nîşaneke zelal e ku pêdiviya Amerîkayê bi Kurdistaneke bihêz û geşbûyî heye.
Taylorê bal kişand ser çend pirsên hestiyar ên herêmê û pêwendiyên navbera Washington û Hewlêrê.
Girîngiya stratejîk a Herêma Kurdistanê ji bo Washingtonê
Victoria Taylorê ragihand ku pêwendiyên navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê li ser bingeheke dîrokî û nirxên hevpar hatine avakirin û her du partiyên Komarî û Demokrat bi hêz piştgiriyê didin vê pêwendiyê.
Taylorê derbarê bandora şerê niha yê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê li ser pêgeha Kurdan de got, "Milmilaneyên niha careke din girîngiya Kurdistana Îraqê ji bo berjewendiyên Amerîkayê ducare kiriye."
Wê amaje bi wê yekê kir ku pêwendiyên telefonî yên Donald Trump ji bo Serok Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî, wekî bîrxistinêkê tên dîtin ku Amerîka dixwaze Kurdistan bi aramî bimîne.
Bersivdayîna milîsan û parastina berjewendiyan
Taylorê derbarê êrişên komên çekdar ên li navxweyê Îraqê de tekez kir ku parastina karmend û armancên Amerîkî siyaseta cîgir a Washingtonê ye û got:
"Dema ku komên mîlîs êriş dikin, desthilata temam a Serokê Amerîkayê heye ku parastina xwe bike."
Wê pêşbînî kir ku eger êriş berdewam bin Amerîka dê rêkarên tundtir bigire ber xwe û dibe ku "biryara armancgirtina serkirdeyên wan milîsan jî bide."
Komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê çendîn caran bi dronan êrişî berjewendiyên Amerîkayê kiriye û Washingtonê jî di hember de çendîn baregehên wan koman ên li Diyale û Mûsilê bombebaran kirine.
Qonaxa piştî Xaminêyî û rola Supaya Pasdaran
Asyoya bidawîhatina şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê diyar nîne.
Victoria Taylorê amaje bi hebûna "mij û moranê" di armancan de kir û got, her çiqasî behsa çar û heşt hefteyan tê kirin û Trump jî soza bidawîhatineke bilez daye lê pêşbînîkirina dema bidawîbûna wê zehmet e.
Li gorî baweriya Taylorê, Tehran ji tirsa guhertina rejîmê hewl dide ku şer ber bi deverên din ên Rojhilata Navîn ve berfireh bike da ku zererê bide aboriya cîhanî.
Taylor derbarê guhertinên navxweyî yên Îranê û diyarkirina Mucteba Xaminêyî wekî Rêberê nû, pêşbînî dike ku di vê qonaxê de rol û bandora Supaya Pasdaran gelekî zêdetir bibe û helwesteke tundtir li hemberî Amerîkayê bê girtin.
Lê ew bawer dike ku guhertina rêber bi tenê nabe sedema guhertineke dramatîk di şêwaza karkirina Komara Îslamî de, heya ku êriş yan xwenîşandanên navxweyî rewşê neguherînin.
Alîkara Berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Îraq û Îranê Victoria Taylor bû mêhvana Rûdawê û li ser şerê Îranê û bandora wî ya li ser herêmê û bipêşketinên dawî pirsên Zana Kayani bersivandin.
Rûdaw: Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê dê heta kengî berdewam bike?
Victoria Taylor: Bi baweriya min bersiva vê pirsê zehmet e, çimkî ne piştrast im ku Serok Trump bi xwe biryareke dawî dabe.
Bê guman, me gelek dem û xişte ji Serok û ji Wezîrê Şer Pete Hegseth bihîstine, wekî xişteya çar heta heşt hefteyan.
Bê guman Serok doh amaje bi wê yekê kir ku dê şer bi lez û bez bi dawî bibe.
Bi baweriya min yek ji alîngariyên danîna xişteyekî demî ji bo vê yekê ew e ku hîn armanca Amerîkayê bi temamî zelal nîne. Daxuyanuyên ji aliyê Serok ve hatine dayîn ku nîşana arezûya guhertina rîjmê didin.
Di heman demê de, bi baweriya min nîşaneke gelekî bihêz jî heye ku Dewletên Yekbûyî arezûya milmilaneyeke demdirêj û bêdawî nake û dibe ku amade be vê yekê bi serkeftin bi nav bike, ev jî ji ber serkeftina Amerîka û Îsraîlê ye di gihandina zerereke zêde bi şiyana leşkerî ya Îranê.
Rûdaw: Amerîka niyeta wê heye ku bi rêberê nû yê Îranê re daxwaza diyalog û dan û standinê bike?
Victoria Taylor: Bi baweriya min ew yek hêj cihê nîqaşê ye. Bê guman, Serok ji destpêkê ve amaje bi wê yekê kiribû ku dibe ku hinek serkirde di nav rîjmê de hebin ku Amerîka karibe bi wan re kar bike.
Bi baweriya min hemû ev bîroke di derdora hewldana ji bo cîbicîkirina operasyoneke hevşêweyê Venezuela de digere, ku tê de Amerîkayê Nicolas Maduro ji ser kar derxist û cîgirê Maduro li cihê wî danî.
Bê guman rîjma Îranê sîstemeke gelekî cudatir e û çendîn qatên serkirdayetiyê û proseyeke zelal a cîgirbûnê heye ku çawaniya danîna serkirdeyên nû diyar dike.
Bi baweriya min ne pêkane ku Amerîka bandoreke zêde hebe li ser wê yekê ku dikare bi kê re kar bike û dikare bi kê re dan û standinê bike û bi baweriya min pirsek vekirî heye ku gelo Amerîka ji aliyê me ve yan jî ji aliyê Îranê ve arezûya çûna ser maseya dan û standinan heye yan nexêr.
Rûdaw: Ma ev şer dê dirêj bike?
Victoria Taylor: Wekî min berê got, hîn ji me re ne zelal e xişteya armancên Serok çawa ye.
Bi baweriya min ew rastiya ku operasyona Amerîkayê heta asteke zêde serkeftî bûye di gihandina zererê bi şiyanên mûşekî yên balîstîk û hêza deryayî ya Îranê, ew tiştin ku Amerîka û Serok dikarin wekî serkeftin amajeyê pê bikin.
Her wiha bawer dikim ku zerer gihîştina bazarên cîhanî yên neftê faktoreke ku dibe ku bandorê li vê îdareya Amerîkayê û Serok bike da ku hewl bidin vê operasyonê bi lez bi dawî bikin.
Rûdaw: Pêşbîniya te ew e ku hefteyeke din dê şer bi dawî bibe?
Victoria Taylor: Pêşbînîkirin gelekî zehmet e û bawer dikim yek ji astêngên hewldana ji bo pêşbînîkirina derbarê helwestên vê îdareyê de ew e ku tu di bingehê de hewl didî mêjiyê Serok Donald Trump bixwînî.
Sîstema Amerîkayê niha bi rastî ji aliyê xwe Serok Trump ve tê birêvebirin û wekî me dîtiye, hinek caran helwestên wî tên guhertin.
Sîstema Amerîkayê niha li ser burokrasî û biryardana saziyî û proseyên dariştina siyasetê nehatiye avakirin, belku girêdayî ye bi helwesta Serok Trump ve di her rojên diyarkirî de.
Rûdaw: Nebûna armanceke diyarkirî ji aliyê Amerîkayê ve, heta çi qasî sûd gihandiye Îranê?
Victoria Taylor: Yek ji rastiyan ew e ku daxuyaniyên li dijî hev ji aliyê îdareyê ve, çi beriya milmilaneyê, di nav wan de daxuyaniyên ku amaje bi wê yekê dikirin ku Amerîka li guhertina rîjmê digere, bi rastî Tehran pal da da ku biryara berfirehkirina şerê li seranserê herêmê bidin.
Wekî hemûyan amaje pê dikin, yek ji armancên sereke yên rîjma Îranê mana wê bi xwe ye û di rewşekê de ku Tehran bawer dike ku Dewletên Yekbûyî û Îsraîl hewla rûxandina rîjmê didin, ti handerek nîne ji bo aramkirina rewşê.
Ji ber vê yekê bawer dikim me dît ku şer bi şêweyekî dramatîk berfireh bû bi wê yekê ku Îran mûşek û dronan ber bi çendîn welatên herêmê ve diavêje.
Ev bê guman şiyanek daye Îranê da ku zererê bigihîne aboriya cîhanî û nîşan bide ku dikare çi li herêmê bike û nizanim bibêjim gelo ev sûdek e ji bo Îranê, lê ev ew hilbijarde bû ku di vê rewşê de kir.
Rûdaw: Gelo Amerîka dê zextên zêdetir bike ser komên nêzîkî Îranê yên li Îraqê?
Victoria Taylor: Dibêjim ev siyaseta cîgir e di çendîn îdareyên cuda de ku dema komên mîlîs êriş dikin ser karmendên Amerîkayê û armancên Amerîkayê, Serokê Dewletên Yekbûyî desthilata wê yekê heye ku êrişê wekî berevaniyê di ber xwe de dest pê bike.
Ji ber vê çaverê dikim eger ev êriş li dijî armancên Amerîkayê berdewam bikin, dibe ku bibînin Amerîka rêkarên tundtir bigire ber xwe ji bo hewldana lawazkirina şiyanên van milîsan, lê her wiha dikarî bibînî ku Dewletên Yekbûyî biryar bide ku êrişî armancên serkirdayetiya milîsan bike.
Rûdaw: Tu bawer dikî ku Îrana piştî Elî Xaminêyî cuda be?
Victoria Taylor: Bi baweriya min em dê cudahiyê bibînin. Bê guman gelek ji şirovekaran hewl didin tişta ku dikarin derbarê helwestên Rêberê Bilind ê Nû fêr bibin.
Lê hemû çaverê hene ku guhertina serkirdayetiyê bi wateya wê be ku Supaya Pasdaran rol û bandoreke zêdetir hebe li ser Rêberê Bilind ê Nû.
Ev dibe ku bi wateya helwesteke tundtir be di pêwendiyên li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û mirov bê guman dikare çaverêyî wê yekê bike, bi berçavgirtina tundiya êrişên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê di vê demê de.
Hemû îdareyên berê yên Dewletên Yekbûyî dema ku hizir li dan û standina li gel Îranê kirine derbarê bernameya atomî de û Rêberê Bilind ê berê rê dida serokên xwe ku wan danûstandinan bikin, dibe ku di paşerojê de ev wisa be yan nexêr.
Rûdaw: Tu bawer dikî ku piştî vî şerî dê giringîpêdana Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê zêde bibe?
Victoria Taylor: Ev rastiyek e di çendîn îdareyan de û bawer dikim ku piştgiriyeke bihêz a her du partiyan (Komarî û Demokrat) heye ji bo pêwendiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Kurdistana Îraqê.
Pêwendî li ser bingeha dîrokeke bihêz a hevkarî û nirxên hevpar hatiye avakirin. Bi baweriya min milmilaneya niha tenê girîngiya Kurdistana Îraqê ji bo berjewendiyên Amerîkayê tekez kiriye.
Lewra ew rastiya ku Serokê Amerîkayê pêwendiyê bi Kak Mesûd Barzanî û Kak Bafil Talebanî ve dike, tenê bîrxistinake din e ku pêdiviya Amerîkayê bi Kurdistaneke bihêz, aram û geşbûyî heye.
Ezmûna raborî nîşan daye ku heta dûrxistina Rêberekî Bilind jî bûye sedema hilbijartina Rêberekî Bilind ê Nû û bawer nakim ku ew îhtîmala çêbûna guhertineke dramatîk di şêwaza karkirina Komara Îslamî de hebe.
Ji bo niha, bi baweriya min em dê berdewamiyê bibînin heya ku guhertinek di demeke nêzîk de di operasyona Amerîka û Îsraîlê de rû nede yan xwenîşandanên gelê Îranê nû nebin. Lê ji bo niha, wisa xuya dike ku berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse