Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi zêdetirî 10 dronan êrişî parêzgeha Hewlêrê hat kirin û
Li gorî zanyariyên Rûdawê, di encama yek ji wan êrişan de li Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê 2 kes birîndar bûn.
Çavkaniyekî agahdar ji Rûdawê re got, di êrişeke bi dronan de 2 karmendên Nepalî yên ku li Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê dixebitin birîndar bûne.
10ê vê mehê jî dronek li nêzîkî Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê ketibû.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku bi dronan êrişî konsulxaneya wan a li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û zerera madî çêbûye.
Banga lêpirsînê
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê wê demê ragihandibû ku ev êriş gef e li ser ewlehî û aramiya herêmê.
Wezaretê ji rayedarên Îraq û Herêma Kurdistanê xwestibû:
"Rastêrast dest bi lêpirsîna hûrgiliyên vê êrişê bikin da ku aliyên berpirsyar bên destnîşankirin û ji bo cezakirina kesên li pişt vî karî hemû rêkarên pêwîst werin standin."
Li gorî şopandinên Rûdawê, heta îro bi zêdetirî 315 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Ji ber êrişên li ser Herêma Kurdistanê heta niha 6 leşkerên Fransayî birîndar bûne û efserekî wî welatî jî li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse