Hewlêr (Rûdaw) - Di roja heftemîn a şer de, li zêdetirî 20 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî bûn armanc.
Di encama hinek êrişan de kuştî û birîndar jî hene.
Ji berê sibeha îro ve gelek êriş li ser çend baregehên leşkerî yên li bajarê Mehabadê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatin kirin.
Bi balafirên şer êrişî Baregeha Polîsan a Hejmar 11an a li Kolana Taleqaniyê ya Mehabadê hat kirin.
Li gorî zanyariyan, baregeh bi temamî wêran bûye.
Êrişên li ser Rojhilatê Kurdistanê
Her wiha demjimêr 10:00an (bi dema Hewlêrê) li nêzîkî gundê Kosekerîzê yê Mehabadê, êrişî leşkergeha Supaya Pasdaran hat kirin.
Ev der wekî Leşkergeha Kosekerîzê ya Supayê tê naskirin.
Ev êriş di demekê de ne ku doh bi şev jî Birêvebiriya Îtilaeta Îranê û Birêvebiriya Îtilaeta Supaya Pasdaran ên li Mehabadê bi dijwarî hatibûn bombebarankirin.
Li gorî zanyariyan, hêzeke zêde ya Supaya Pasdaran li nêzîkî Bendava Mehabadê hatiye bicihkirin.
Welatiyên Mehabadê çend vîdeo tomar kirine. Di vîdeoyan de xuya dibe ku gelek balafirên şer li asmanê bajar digerin.
Her wiha tê gotin ku êrişî baregeha Artêşa Îranê ya li taxa “Telayiye”yê ya Mehabadê jî hatiye kirin. Ji ber êrişê dûxanek tîr ji baregehê bilind dibe.
Dîsa li parêzgeha Urmiyeyê, cara yekem êrişî baregeheke Supaya Pasdaran a li bajarê Miyanduawê hat kirin.
Wekî ku di vîdeoyan de xuya dibe, piştî teqîneke bihêz dûyekî gur ji baregehê bilind dibe.
Li gorî wan vîdeoyên ku hatine belavkirin, gelek baregehên leşkerî yên li bajarê Selmasê yê parêzgeha Urmiyeyê jî hatine bombebarankirin.
Bajarên bakurê Rojhilatê Kurdistanê bûn armanc
Êriş li ser baregeheke Supaya Pasdaran a li bajarê Makoyê û Baregeha Polîsan a Hejmar 12an a li bajarokê Bazirganê yê Urmiyeyê jî hatin kirin.
Di heft rojên şer de, ev cara yekem e ku baregehên leşkerî yên li navçeyên bakurê Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Selmas, Bazirgan û Makoyê dibin armanc.
Nîvroya îro li bajarê Poldoxterê yê parêzgeha Loristanê jî Baregeha Îtilaetê ya Supaya Pasdaran du caran bi mûşekan hat bombebarankirin.
Li bajarê Baneyê yê parêzgeha Sîneyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî careke din dengê teqînên bihêz hat bihîstin.
Berê jî gelek caran baregehên leşkerî yên vê derê hatibûn bombebarankirin.
Berê sibeha îro Fermandariya Supaya Pasdaran a li bajarê Paweyê yê parêzgeha Kirmaşanê jî bi dijwarî hat bombebarankirin.
Geliyê Keniştê yê ku navçeyeke sînorî ya parêzgeha Kirmaşanê ye, ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve hat armanckirin.
Baregeha pasewanên sînor a parêzgehê li wê derê ye.
Her wiha careke din êrişî Birêvebiriya Polîsan a bajarê Sunqurê yê wê parêzgehê hat kirin.
Bajarên Îranê di bin agir de ne
Di heman demê de li navçeyên din ên Îranê jî baregehên polîsan, Supaya Pasdaran û artêşa welêt ji êrişan bê par neman.
Li gorî zanyariyan, li nêzîkî balafirgeha bajarê Meşhedê yê parêzgeha Xurasana Rezewiyê dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Demjimêr 13:00an (bi dema Hewlêrê) li bajarê Reştê yê parêzgeha Gîlanê ya li bakurê Îranê jî dengê gelek teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Her wiha êrişeke giran li ser baregeheke leşkerî ya li Kolana “Sumeyeyê” ya bajarê Şîrazê yê parêzgeha Farsê hat kirin.
Dîsa li parêzgeha Farsê gelek dron li asmanê bajarê Larê hatine dîtin û dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Ev di demekê de ye ku li gorî daxuyaniya Encumena Parêzgeha Farsê, di encama êrişa li ser navçeya Zîbaşarê ya Şîrazê de herî kêm 20 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.
Li asmanê Lencanê yê parêzgeha Isfehanê jî dron hatine dîtin û bi çar mûşekan êrişî baregeheke Supaya Pasdaran hatiye kirin.
Li gorî gotina Cîgirê Parêzgarê Isfehanê Ekber Salihî, sîstema parastina asmanî ya parêzgehê ketiye dewrê û du dronên Îsraîlê yên ji cureyê Heron xistine xwarê.
Berî nîvroya îro, gelek baregehên leşkerî yên li parêzgeha Bûşehrê ya li başûrê Îranê jî bi dijwarî hatin bombebarankirin.
Êrişên li Tehranê
Di heman demê de li Tehrana paytext jî êrişên li ser gelek navçeyên pîşesazî, baregehên leşkerî û navendên kargêrî domîn. Van êrişan zerer da dermanxane, stasyonên benzînê û gelek avahiyan.
Yek ji êrişan li ser Kolana “Cumhuriyê” ya li navenda Tehranê bû.
Di encamê de kehrebe û ava gelek taxan hatin qutkirin.
Armanceke din a êrişên Îsraîl û Amerîkayê Navenda Besîcan a bi navê “Mîqdad” bû.
Ev navend li rojavayê bajarê Tehranê û nêzîkî Qada Azadiyê ye.
Di vîdeoyan de xuya dibe ku dûxanek tîr ji baregehê bilind dibe.
Her wiha careke din Koleja Efseran a Îmam Elî ya Supaya Pasdaran û navçeya pîşesazî ya Şerîetiyê yên li başûrê Tehranê hatin bombebarankirin.
Li gorî zanyariyan, ducare êrişî Kolana Pastorê ya Tehranê hatiye kirin.
Navendên herî hestiyar ên leşkerî, kargêrî û ewlehiyê yên wekî Koşka Serokkomariyê û Ofîsa Rêberê Îranê li wê kolanê ne.
Bîlançoya şer giran e
Ji berê sibeha Şemiyê 28ê Sibatê ve êrişeke berfireh û hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê ya li ser Îranê dest pê kiriye û heta niha didome.
Li hemberî vê yekê, hêzên çekdar ên Îranê û bi taybetî Supaya Pasdaran bi gelek mûşek û dronan êrişî Îsraîl û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê kiriye.
Li gorî gotina Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Muhaceraniyê, ji destpêka şer ve heta nîvroya roja înê, 3 hezar û 90 avahiyên nîştecihbûnê, 528 yekeyên bazirganiyê û 13 yekeyên tenduristiyê yên welêt bûne armanc.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse