Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku di dan û standinên li Cenevreyê de hinek bipêşketin çêbûne lê Tehranê heta niha "xetên sor" ên Trump qebûl nekirine.
Li aliyê din, medyaya Îsraîlê belav kir ku Trump bi biryar e li Îranê bixe û sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi herêmê ve heye.
Gera duyem a dan û standinên nerasterast ên di navbera Amerîka û Îranê de bi navbeynkariya Umanê li Cenevreyê bi dawî bû.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance piştî dan û standinan ji Fox Newsê re axivî û peyamên girîng ên derbarê aliyên dîplomatîk û leşkerî yên pêvajoyê dan.
JD Vance diyar kir ku dan û standin ji hinek aliyan ve baş bi rê ve çûne û aliyan biryar daye ku careke din bicivin.
Lê belê Vance tekezî li ser wê yekê kir ku Îran hîn nehatiye xala ku tê xwestin û got:
"Hinek xetên sor hene ku Serok Trump destnîşan kirine û Îranî heta niha ne amade ne wan qebûl bikin yan jî li ser wan bixebitin.
Di serê van xetan de ew tê ku divê Îran ti carî nebe xwedî çeka atomî."
Vance bi bîr anî ku dîplomasî ne bêsînor e û wiha li pey çû:
"Serok wî mafê xwe diparêze ku bibêje kengî dîplomasî gihîştiye dawiya xwe ya xwezayî.
Ez hêvî dikim em negihîjin wê xalê lê eger em bigihîjin, ev dê bi temamî biryara Serok be."
Amerîka zêdetirî 50 balefirên şer şandin herêmê
Li gel ku dan û standin li ser masê didomin, nûçeyên ji qadê nîşan didin ku amadehiyên şer tên kirin.
Li gorî amarên şopandina balafiran û piştrastkirina rayedarên Amerîkayê di 24 demjimêrên dawî de artêşa Amerîkayê zêdetirî 50 balefirên şer şandine Rojhilata Navîn.
Hat ragihandin ku di nav balefirên ku şandine herêmê de balafirên F-22, F-35 û F-16 û herwiha balefirên dagirtina sotemeniyê hene.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke xwe ya vê dawiyê de gotibû, "Guhertina rejîmê li Îranê baştirîn tişt e" û piştrast kiribû ku ji bo îhtimala lihevnekirinê, fîloya duyem a keştiyên balefirhilgir jî şandiye herêmê.
Îsraîl: Dan û standin tenê perdeyeke mijê ne
Li gorî nûçeyên medyaya Îsraîlê, rayedarên payebilind ên Îsraîlê di wê baweriyê de ne ku dan û standin dê bi ser nekevin.
Televîzyonên Kanal 13 û Kanal 12yê îdia kir ku rayedarên Îsraîlî van dan û standinan wekî "zemîneke rewa" dibînin ku Trump bi kar tîne da ku beriya operasyoneke leşkerî ya muhtemel nîşan bide ku wî hemû rêyên dîplomatîk bi kar anîne.
Di nûçeyan de hat diyarkirin ku Îsraîl amadehiyên xwe yên li dijî êrişeke pêşîlêgir a muhtemel a ji aliyê Îranê ve zêde kiriye û eger Trump biryara êrişê bide, dê ligel Amerîkayê tevbigere.
Ji Tehranê peyamên cuda
Ji aliyê rayedarên Îranê ve daxuyaniyên cuda tên dayîn.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan ducare kir ku bernameya wan a nukleer ji bo armancên aştiyane ye û ew ji çavdêriya navneteweyî re vekirî ne.
Lêbelê Rêberê Dînî Elî Xamineyî li hemberî zexta leşkerî ya Amerîkayê rawestiya.
Xamineyî bi gotina, "Keştiyeke şer teqez çekeke bi xeter e lê ew çeka ku dikare wê bin av bike, ji wê bi xetertir e" gef li Washingtonê xwaribû.
Washington ji Îranl dixwaze ku çalakiyên xwe yên dewlemendkirina uranyumê rawestîne û dest ji stokên xwe yên uranyuma bi rêjeya ji sedî 60 dewlemendkirî berde.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse