Li Êlihê pevçûn: Xortê 18 salî hat kuştin

06-05-2025
Nîşan Êlih Pevçûn Husyîn Kaçar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du aliyan de pevçûn derket û di encamê de xortekî 18 salî hat kuştin.

Li gorî zanyariyan şeva borî li Taxa Petrolê ya Êlihê ji ber sedemeke nediyar di navbera du aliyan de pevçûn derket û çek hatin bikaranîn.

Di encama pevçûnê de Huseyîn Kaçarê 18 salî, Y.K.yê 20 salî û kesekî din bi çekan birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Huseyîn Kaçar canê xwe ji dest da.

Dermankirina her du birîndaran li nexweşxaneyê berdewam e û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst