Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber bahoza xîzê dibistan hatin girtin

06-05-2025
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Bahoza Xîzê Tozbarîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber bahozê xîzê û tozbarînê dibistan hatin girtin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), li hinek eyaletan ji ber bahoza xîzê û tozbarînê, saziyên têkildar daxuyaniyên nivîskî dane.

Li eyaletên Loristan, Kirmaşan û Kurdistanê yên Rojhilatê Kurdistanê û li eyaletên Zencan, Beşehr û Xuzistanê dibistan hatin girtin. 

Her wiha li eyaleta Kirmanşanê jî ji xeynî dibistanan, daîreyên fermî jî dê rojekê girtî bin.

Li eyaleta Xuzistanê duşemê zêdetirî 240 kesî ji ber pisgirêkên bêhntengiyê çûne nexweşxaneyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst