Hevserokê PENa Kurd: Dixwazin zimanê Kurdan biguherin û Kurdan tune bikin

1 demjimêr berê
Omer Fîdan û Hawar Celaledîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Omer Fîdan û Hawar Celaledîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Bakurê Kurdistanê Omer Fîdan PENa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdan got, “Dixwazin zimanê Kurdan biguherin û Kurdan tune bikin.”

Îro 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ye.

Kovara Hawarê ya ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihat derxistin, 15ê Gulana 1932yan li Şamê dest bi weşana xwe kir.

Bi vê boneyê, ji sala 2006an ve ev roj li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Hevserokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdan bi boneya Roja Zimanê Kurdî bû mêhvanê buletna Rûdawê ya ku Hawar Celaledînê pêşkêş dikir û li ser rewşa zimanê Kurdî û astengiyên li pêşiya xebatên ziman nirxandin kirin.

"Zimanê me tê krîmînalîzekirin"

Omer Fîdan destnîşan kir ku hebûna Kurdan êdî nayê înkarkirin û ev yek di encama berxwedaneke dûvdirêj de pêk hatiye. Fîdan bal kişand li ser zextên li ser Kurdî û got:

"Kurd ji warên xwe hatine derxistin û Kurdî rastî krîmînalîzekirinê hatiye. Ev rewş bûye sedem ku Kurd zimanê xwe biguherin.

Çawa ku xwarin, jîngeh û cilên Kurdan guhertine, dixwazin zimanê wan jî biguherin û bi vî awayî Kurdan tune bikin."

Fîdan her wiha eşkere kir ku polîs li ber deriyên saziyên zimanê Kurdî ne û kesên ku diçin wan saziyan kontrol dikin. Wî diyar kir ku ev yek beşek ji krîmînalîzekirina ziman e.

"Barê giran li ser milê dê û bavan e"

Hevserokê PENa Kurd anî zimên ku “Zarok ne parêzvanên zimên in” û barê parastina zimanê Kurdî li ser milê dê û bavan e.

Fîdan diyar kir ku heta statuya Kurdî nebe û ev ziman di hemû qadên jiyanê de azad nebe, pirsgirêk dê her bidomin.

Wî li ser rewşa bajarê Amedê jî got, "Amed îro di warê zimên de gelekî şên e lê xwendina bi Kurdî li gorî gelheya Kurdan hîn jî gelekî kêm e."

Rewşa li Başûr û Rojavayê Kurdistanê

Omer Fîdan behsa guherîna rewşa ziman a li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî kir.

Wî bi bîr anî ku berê li Rojavayê Kurdistanê ji ber tirsa paşerojê gelek kesan dixwest zarokên wan bi Erebî bixwînin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî tevî derfetan meyl li ser zimanên Erebî û Îngilîzî hebû.

Fîdan ragihand ku niha ev rewş niha guheriye û got, "Niha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê Kurd êdî bi zimanê xwe dixwînin çimkî Kurdî bûye zimanê xwendinê."

"Divê dewlet rê li ber xebatan veke"

Omer Fîdan bal kişand li ser kêmasiya mamosteyan û hewcehiya piştgiriya fermî û li pey çû:

"100 mamoste nikarin ziman li nav 25-30 milyon Kurdan belav bikin.

Divê dewlet rê li ber xebatan veke. Kurd dixwazin zimanê dayîkê bibe zimanê perwerdeyê."

Fîdan di dawiya axaftina xwe de xaleke erênî jî destnîşan kir û ragihand ku van salên dawî pirtûkên fêrkirina Kurdî û pirtûkên zarokan ên bi Kurdî baş tên firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst